
Ji fermandarên Odeya Çalakiya “Xezeba Firatê” Rojda Felat, operasyona “Xezaba Firatê” ya bi dorpêçkirina Tabqayê didome nirxand. Felat destnîşan kir ku, di merhaleya duyemîn de heta niha wan 197 gund, bi dehan mezrik rizgarkirine û qada stratejîk ji dest DAIŞ‘ê wergirtine û got, wan qadeke 2 hezar û 480 kîlometrekare rizgar kiriye. Felat anî ziman ku, Reqa ji bakur û rojavayê ve hatiye dorpêçkirin û ew ber bi Bendava Tabqayê ku qadeke stratejîk e û ber bi navçeyên wê ve diçin.
Ji 236 gundan bêhtir
Felat anî ziman ku, heta niha bi giştî 3 hezar û 200 kîlometrekare ax ji DAIŞ’ê paqij kirine û destnîşan kir ku, hejmara gundê wan rizgarkirine ji 236’an derbas bûye. Felat wiha domand: “Di her merhaleyê de em hedefekê didin pêş xwe. Em hemû planên datînên pêşberî xwe pêk tînin û em DAIŞ‘ê ji qadên xwe derdixînin. Beriya niha bi çend rojan, hêzên me yên ji milên Eyn Îsa û Kadîriyeyê tevgeriyan gihaştin hev. Bi vî awayî qadeke mezin hatiye dorpêçkirin. Hêzên me, qismên ku di navberê de man jî, ji çeteyan paqijkirin.”
Pêngav biserkeftî didome
Felat diyar kir ku, ji bo Reqa bê wergirtin divê hawirdora wê bê paqijkirin û wiha axivî: “Em ê hemû gundên li dor Reqayê ne werbigirin. Niha dema em vê daxuyaniyê didin jî, hêzên me bi DAIŞ’ê re di şer de ne. Dema me dest pê kir, me planek dabû ber xwe û ji bo temamkirina vê planê çend gund tenê mane. Pêngav bi vî awayî didome.”
Dora Tabqayê ye
Felat anî ziman ku, di merhaleya duyemîn de aramanca wan a sereke bi destxistina Çemê Firatê ye. Felat ragihand ku merhaleya duyemîn li ber qedandinê ye û wiha peyivî: “Em hêdî hêdî ber bi Tabqayê ve diçin. Wek me berê jî diyar kiribû, li kuderê çeteyekî DAIŞ‘ê hebe, em ê berê xwe bidin wir û paqij bikin. Tabqa jî yek ji van deran e. Têkçûyîna çeteyan li ber çavan e. Em bi moral û coşeke mezin bi ser DAIŞ‘ê de diçin. Em ê van qadan ji bo gelên xwe azad dikin. Ji bo em gelê xwe ji zilm û qetlîaman biparêzin şer dikin. Ji gelê me tenê daxwaza me ew e ku, piştevaniya me bikin.”
NAZIM DAŞTAN / DÎHABER