ERDOGAN ALTAN / MA/EFRÎN
Li Efrînê QSD'ê di nava hefteyekê de 8 çalakiyên bi bandor li dijî dagirkeran kirin. Gelek kesên zilm û zordariyê dikin, tespît kirin û ceza kirin.
Di çarçoveya pêngava duyemîn a Berxwedana Serdemê de li Efrîn û navçeyên wê yekîneyên YPG û YPJ’ê bi rêbaza gerîlatiyê tevdigerin. Li gorî agahiyan, şervanan di nava hefteyekê de 8 çalakiyên cûr bi cûr li dijî komên çekdar kirin. Hat diyarkirin ku di encama van çalakiyan de gelek kes ji komên çekdar hatine kuştin û gelek jî birîndar bûne. Piştî dagirkeriya li dijî Efrînê, komên çekdar gelek welatî revandin, êşkence kirin, kuştin, birîndar kirin û herî dawî jî şewitandina zevî, bax û baxçeyên welatiyên Efrînê kirine kar ji xwe re. Li ser vê yekê şervanên YPG/YPJ kesên di nava komên çekdar de bi taybet zilm û zordariyê li gel dikin, tespît dikin û çalakiyan dikin.
Kitekitên çalakiyan
Li gorî agahiyên bi dest ketine ji van heşt çalakiyan yên herî bi bandor ev in; şeva 13’ê Hezîranê li ser riya di navbêra gundên Qîmarê û Beradê yên girêdayê navçeya Şêrawa, şervanan maşîneke eskerî ya koma çeteyên Firqet Hemze hedef girtin û di encama çalakiyê de maşîn tevî 3 çeteyên tê de hate îmhakirin. Navên çeteyên ku hatine kuştin Mistefa El Ebdillah, Mihemed Xalid el Mehmûd (Cebel Zawiye) û Ehmed Ebu Cerrah in. Hat zanîn ku ev çete yên herî zêde êşkence, revandin, talanî û şewitandina mal û milkên Efrîniyan kirine û hatine tesbîtkirin, piştî şopandinê, çalakî hatiye lidarxistin.
Hat destnîşankirin ku rojekê piştî vê çalakiyê, 14’ê Hezîranê, yekîneyeke din a şervanên YPG/YPJ’ê, piştî şopandinê, yekîneyeke artêşa Tirk û çeteyên girêdayî wê yên li gundê Xalta ya navenda bajarê Efrînê sekinîbûn, bi awayekî bi bandor ji çalakiyeke xwe re kiriye hedef. Di encama çalakiyê de maşîneke eskerî hate îmhakirin, yek jê esker herî kêm 12 çete hatin kuştin. Piştî çalakiyê, maşîneke zirxî ya ku xwest dest werde jî ji alî yekîneya şervanan ve hate hedefgirtin û maşîn tevî çeteyên tê de hate îmhakirin. Hejmara çeteyên ku di maşînê de hatin kuştin tam nehat zelalkirin.
Heta niha 2 hezar û 479 esker û çete hatine kuştin
Rayedarên QSD’ê diyar kir ku ji destpêka êrişên li dijî Efrînê heta niha, bi giştî 2 hezar 479 esker û endamên komên çekdar hatin kuştin. Li gorî fermandarekî ji yekîneyên YPG/YPJ yên li Efrînê ji me re ragihand, ew dê çalakiyên xwe yên taybet ên li dijî esker û çeteyên ku zilm û zordariya li gel bikin, dewam bikin, ev çete û esker wê bên şopandin û bi çalakiyên taybet bêne cezakirin.