Li taxên Diriyê û Mirur ên Reqayê di encama şerên giran de ku heta kêliya amadekirina nûçeyê jî dewam dikir,  gelek dever ji çeteyan hatin rizgarkirin. Li aliyê din deverên di destê DAIŞ´ê de ji hev hatin qutkirin û ev jî di warê taktîka şer de wê karê şervanên QSD´ê hêsantir bike ji ber ku çete wê nikaribin bereya fireh bûyî weke berê biparêzin. Ango piştî şehadeta fermandarê giştî yê Meclîsa Eskerî yê Minbicê Ednan Ebû Emced, tola wî li erdê nehişt.

Pêngava Rizgarkirina Reqayê, Cenga Mezin di roja xwe ya 87´an de dewam dike. Li taxa Diriyê ya aliyê rojava yê Reqayê şervanên QSD`ê Mizgefta Sefa û Enwar El-Qidis û Dibistana Xalid Bin Welîd ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar, kirin.

Li taxa Mirur ku li aliyê rojava yê Reqayê ye, şervanên QSD`ê bi pêşve çûn û Dibistana Uqbe Bin Nafi û Mizgefta  El-Rehma ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kirin.

Li her du taxên navbirî şerên giran heta kêliya amadekirina nûçeyê dewam dikir û derbarê kuştî û birîndarên çeteyan de agahiyên zelal hîna nehatibûn parvekirin.


Baxçeyê Panorama hat rizgarkirin

Pêr bi şev jî şervanên QSD′ê baxçeyê Panorama yê li taxa Deriyê rizgar kirin û di encama şer de  herî kêm 9 çete hatin kuştin.

Li bereya rojavayê bajarê Reqayê, taxên Deriyê û Mirûr ji aliyê şervanên QSD′ê ve hatine dorpêçkirin. Maneya vê dorpêçê ya eskerî jî ew e ku bi carekê bereya ku çeteyên DAIŞ´ê divê biparêzin gelekî dirêj bû. Ango şervan wê hêsanîtir bi bi çeteyan karibin û parastina wan bêtesîr bikin. Şervan bipêşveçûna xwe didomînin û baxçeyê Panorama yê li taxa Deriyê jî  di vê çarçoveyê de rizgar kirin. Ev baxçe devereke stratejîke ji ber ku di navbera taxên Deriyê, Nezlit Şihadê û Yermûk de ye.


Şervanên QSDʹê 35 sivîlên din rizgar kirin

Tîmên rizgarkirina sivîlan ên QSD`ê pêr di dema şer de 35 sivîlên din ku pirraniya wan jin û zarok in li taxên rojhilatê Reqayê rizgar kirin.

Tîmên taybet ên rizgarkirina sivîlan ên QSDʹê Tîmên taybet ên rizgarkirina sivîlan ên QSDʹê doh jî 35 sivîlên ku pirraniya wan jin û zarok in, ji taxa Cemîliyê ya rojhilatê Reqayê rizgar kirin. Di nav wan de zarokekî astengdar jî hebû û hemû di nav fîşeg û mayînên çeteyan çandî de li taxa Cemîliyê ya ku li rojhilatê bajarê Reqayê asê mabûn. Şervanên QSDʹê ev sivîl ji nava mayîn û guleyên çeteyan rizgar kirin û birin cihên ewle.

Şervanan li taxên Diriyê û Mirûr ên rojavayê bajarê Reqayê jî pêr piştî nîvrojê hejmarek sivîlên din jî rizgar kir û ew gihandin cihên ewle. 


 REQA