Welatiyên Reqayê ku xewna wan xelasbûna ji çeteyan bû û li benda dîtina şervanên QSD`ê bûn, êdî xewnên xwe dijîn. Di wêneyên ku ji bereyên Cenga Mezin a Reqayê hatine, kêfxweşiya hevdîtina şervanên QSD û şêniyan diyar dibe.

Di çarçoveya Cenga Mezin a rizgarkirina bajarê Reqayê de, Şervanên QSD‘ê doh bi dehan sivîl ji çeteyên DAIŞ‘ê rizgar kirin û ew gihandin cihên bi ewle.

Sivîlên hatin rizgarkirin bi kêfxweşiyeke mezin pêşwaziya şervanan dikin û wan hembêz dikin.

Di çend wêneyên ku ji hundirê bajarê Reqayê hatine kişandin de, kêfxweşiya li ser rûyê sivîlan bi rizgarkirinê û dîtina şervanên QSD‘ê, her wiha çawa ku şervana bi germahî nêzî welatiyan dibin, diyar dibe. 


 REQA