Quba Mêrê Dîwanê ava bû

Li Ermenistanê mezintirîn perestgeha Êzîdiyan hat avakirin. Ev perestgeh ji sala 2015´an ve tê avakirin û doh jî fermî li serdanên bawermendan hat vekirin. Di merasîma vekirinê de nûnerên Diasporaya Êzîdiyan ji seranserê dinyayê jî hebûn. Ev perestgeha hanê bi navê “Quba Mêrê Dîwanê” ye û li herêma Aknalîx e. Qube li ser 350 metroyên bi çarçik hatiye çêkirin. Bilindahiya wê jî 25 metro ne. m2 und hat eine Gesamthöhe von 25 Metern. Mîmarê wê jî ji mîmarên navdar ên Ermenî Artak Ghulyan e..
Quba Mêrê Dîwanê li cem ziyareta piçûk a li kêleka xwe hatiye çêkirin. Di nava qubê de navendeke çandî, kitêbxane, stasyoneke ji bo weşana televizyonê, odeyên dersên dînî jî hene. Ev perestgeha duyê ya civaka Êzîdî a li Ermenistanê ye, lê ya herî mezin e.
ÊRÎVAN
