Xeyalên zaroktî tişteke ecîbe, hin tişt hene mirov xweziya dixwazê her zarok be qet mezin nebe. Dema em zarok bûn timî min dibhîst qala "yekrêzîya Kurdan" dihat kirin ku çi qasî pêwiste û divê pêk were. îca ev yekrêzî di dema zaroktî de çewa dihat aqilên me? Kurdan hemû destên hevgirtinê û rêz bûne. ji bo çî ? min dizanî ev tişeke baş dibe û hew. Ji wê zêdetirî wê tine bû. Lê niha em mezibûn û pûrê sipî dibin dibînin ev yek rêzî ne ewe ku em di xeyalên zaroktî de didît, ji bo wê jî me xweziya dixwast her zarok ban û qet mezin neban. Ev yekrêzî niha hezar qûl têde ye û wê çawa tije bibe û di hemû alîyan de destê hev çewa bigirin, karên zehmet û pir bi sebir dixwazê.
Ev yekrêzî herî zêde dema kirîzan de tê bîra Kurdan, niha DAÎŞê ber deriyê meye û ketiye mala me Kurdan û pir tişt ji me talan kirine, birine lê qala pêdivîya yekrêzîye Kurdan tê kirin. Ev yek rêzî di asta gel de ti pirsgirêkêkî wî nîne ji ber yekrîzîyeke asoye û berjwendî tê de nîne û ji dile, gel de ev yek rêzî asoyî ye her kes wek heve û zarokên xelkî di şer de canê xwe didin, lê yekrêzî ye hin giregirên Kurdan stûnîye, bi watayeke din li jor de li her tişt denêrin, bi dûrbîn li bereyên şer dinêrin, gel di jîyana koçberî de perêşan bûye û her qala xwedî derketin tê kirin lê di qûla yekrîzîye Kurdan DAÎŞê tê û li Başurê Kurdistanê bi hen kurdên xwe firotî re bazirganîya Petrolê diken.  DAÎŞê bi pereyên Petrolê çekan dikirê û li Kobanê şer li hemberê gelê Kurd şer dike, îca yekrêzîya Kurdan li kûderê ma. îca kengê? di demêkî de kû keç û xûrtên leheng li Kerkuk, Celewla , Xaneqîn, Mexmûr , Şengal û Kobanê li hemberê DAÎŞê canê xwe diden ji bo parastina nirxên demokrasî û netewî ya Kurdan û gelên Herêmê.
Ev ne tekane qûlên di yekrêzîya Kurdan de ye. Giregirên Kurdan hene daxwazîya Azadîya birêz Ocalan dikin, lê bi xwe ne yek jin, ne 2 bi 3 jinan re zewîcîye û radibe qala Ocalan û yekrêzîye kurdan diken, qey Ocalan ji bo çi ketîye zindanê ? ew hîn agahî wê ji tiştêk nîne, dibêjin xebarê wê ji bayê felek nîne. Ev naye wataye kû mafê nîne daxwazîya azadîya berêz Ocalan bike, lê mirov dibê hendê lojîk bifikirê dema mirov xwedî li tişek derkevê divê herî kêm jî be di jîyanê xwe de pêk bînê. eger mirovêkî nava civakê de wisa bike heya astêk tê famkirin lê berpirsêkî rabe wisa bike divê sed car em bifirkirin û rê neden li ti derê navê birêz Ocalan bi lêv bike.  Niha hemû cîhanê qala qehremanîye jinên Kurd li Kobanê diken, heta DAÎŞê ji jinên qehermên YPJ zirav qetî bûne, dûa diken bi destên jin neyek kuştin nexwe wê biçin dojehê û îro pêl bi pêl jinên Kurdî êzdî berve refên berxwdanê diherikin bi destê xwe tole xwe hiltênin û dîroka bêçareyî berovajî diken, lê ev yekrêzî di hen çapemenî û ragehandina Kurdan li Başurê Kurdistanê nîne li wir qûlêk tê dîtin, ew qasî qehremanî heye dizanin ew qala çi diken, çewa DAÎŞê ji bo moralê xwe ya ketî baş bike rêbazan îcad diken û vê ragehandinê jî bûye zûrnecîye wan, bi dîmen û nûçeyan bûne organên çeteyan.
Qûleke din van têkelîyên bi dagîrkerên Kurdistanê re mirov nekarê qala yekrêzî bike eger tû heya qirika xwe ketîye nava hemêza dagirkeran de. bi kinasî heya van qûlan bi nirxên demokrasîya radîkal neyen tijekirin wê yekrîzîye Kurdan zehmet bê.