Cenazeyên 35 Kurdên sivîl ên 2 roj berê li gundê Roboskî yê Navçeya Qilabana Şirnexê ji aliyê balafirên şer ên tirk ve hatin qetilkirin li gundê Bêcuhê ji aliyê zêdeyî 30 hezar welatî ve bi dirûşmeyên “Dê qatil hesab bidin” hatin definkirin. Di merasima Cenaze de Hevserokê KCD’ê Ahmet Turk, axivî û got: “Ger ku ev ne komkujî be çiye? Em dê hesabê vê yekê bipirsin” Hevserokê Giştî yê BDP’ê Selahattin Demîrtaş jî medya tirk rexne kir û wiha got: “Medya tirk bi hêzek mezin ev bûyer veşart û ser wê nuxamt. Ger ku em di êşek bi vî rengî de nebin yek, wê demê ji niha de cudakariyê dest pê kiriye.”
Di şeva 28’ê kanûnê de 4 balafirên şer ên F-16 ên tirk li sînorê gundê Roboskî bombe barandin û di êrîşa bombeyî de
35 welatiyên sivîl bi awayekî xedar hatin perçekirin û qetilkirin. Piştî otopsiya cenazeyan hate kirin, bi hezaran maşîne konvoyek çêkir û cenaze bi girseyeke gelek mezin birin Gundê Bêcuhê. Piştî cenaze bi karwana mezin gihişt Gundê Bêcuhê darbesên 35 cenazeyan bi alên kesk û sor û zer hatin pêçan. Zêdeyî 30 hezar welatî beşdarî merasima cenazeyan bûn û hêrsa xwe ya li hemberî komkujiyê anîn ziman. Di merasima definkirinê de posterê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û kesên jiyana xwe ji dest dane hatin rakirin. Bi 10 hezaran kes bi qasî kîlometreyekê meşiya û hata goristanê cenaze li ser milê xwe kirin. Girsê di meşê de bê navber dirûşmên “Dewleta qatil dê hesab. bipirse”, “PKK tolhildan” û di lehê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de diruşme berz kirin. Di merasimê de zimêr hatin bilind kirin û li ser goran lorîkan erd û erş qelişandin. Malbatan heta ser goristanê cenaze bi tenê nehiştin û heta ser goristanê li cem cenazeyan bûn.
Ji ber ku cenazeyê Aslan Encu yê 15 salî perçe perçe bûbû tev li torbe hate definkirin. Welatiyekî got ev hotîvî ye. Tu carî nayê qebûl kirin û hêrsa xwe anî ziman. Jinan jî destê cenazeyan yek bi yek hine kir û şandin.
Di merasima cenaze de Hevserokên Giştî ya BDP’ê Gultan Kişanak, Selahattin Demirtaş, Hevserokên KCD’ê Aysel Tugluk, Ahmet Turk, parlemenerên BDP’ê endam û rêveberên BDP’ê endamên meclîsên şaredariyan û şaredarên BDP’î nûnerên KESK, DÎSK, Yekîtiya Baroyên Tirk, MAZLUMDER, Odeya Tabînên Tirk, Rêveberên Giştî yên ÎHD’ê û saziyên sivîl ên civakî, li ser navê Rêveberiya Herêma Federal a Kurdistanê bi nûnertiya Mesut Barzan Azad Goyî jî di navde  bi hezaran kes amaed bûn.

Turk: Ev ne komkujî ye hovîtî ye
Hevserokê Giştî yê KCD’ê Ahmet Turk axivî û diyar kir ku ev komkujî hovîtî ye û wiha got: “Ev komkujiyek hoven ne. Dixwazin gelê Kurd bê çav, bê guh û bê ziman bihêlin û perçe bikin. Lê biha Erdogan û hemû cîhan zanibe ku gelê Kurd êdî perçe nabe û dê têkoşîna xwe ji berê xurttir bike.

Ev welat we ji hev qetand 

Hevserokê Giştî yê BDP’ê Selahattin Demîrtaş jî anî ziman ku ev komkujî bi plankiri pêk hatiye û wiha got: “Ev komkujiyek bi zanebûn û plankirî pêk hatiye. Divê êdî tiştekî wisa neyê kirin. Em vê yekê qebûl nakin.
Helwesta çapemeniya tirk qet nayê qebûl kirin. Çapemeniya tirk Ger ku dibêjin êşa me tevan çima li hemberhî wê bêdeng dibînin. Çapemeniya tirk ser bûyerê veşart.  Demîrtaş jî medya tirk rexne kir û wiha got: “Medya tirk bi hêzek mezin ev bûyer veşart û ser wê nuxamt. Ger ku em di êşek bi vî rengî de nebin yek, wê demê ji niha de cudakariyê dest pê kiriye.”
Demîrtaş diyar kir ku her tişt li holê divê berpirs werin darizandin û derbarê helwesta hikûmetê de wiha got: “Darizandin li aliyekî Serokwezîr êşa gel jî parve nake. We ev welat parçe kir. Yên 50 hezar car van axan bombe baran dikin, yên 50 hezar car tevkujiyan pêk tînin bila bizanibin ku navê vê derê Kurdistan e, navê vî gelî Kurd e. Kes nikare vê rastiyê înkar bike.”  Demirtaş çapemeniya tirk a li hember bûyerê bêdeng ma jî rexneyên tund kirin û destnîşan kir ku heta sûçbar werin mahkûmkirin ewê helwesta xwe li Tirkiyeyê û di qada navnedewî de bidomînin.  Hevserokê BDP’ê Demirtaş destnîşan kir ku dixwazin bi rêya kesê nijat Kurd ên di nav AKP’ê de ser tekujiyê bigirin û bersiv da sûçbariyên Berdevkê AKP’ê Huseyîn Çelîk ku BDP bi provokatoriyê sûçbar kiribû û wiha axifî: “Di rewşa ku tevkujiyeke wisa vekirî pêk hatiye bêyî ku fedî bikin me bi provokatoriyê sûçbar dikin. Dixwazin bi tehdîtan ser tevkujiyê bigirin. Li hember van helwestan yê gavê bipaş de bavêje namert e.”  ‘Divê em mil bidin hev’  Demirtaş her wiha bibîr xist ku şahidên buyerê dîtine ku du zarok ê qurbana tevkujiyê destê lev girtine û wisa jiyana xwe ji dest dane û ev peyam da: “Cenazeyên wan di rewşeke ku destê hev girtine de hatin dîtin. Ev ji bo me tevan peyamek e. Heger cenazeyan destê hev girtibe divê em yên zindî jî destê hev bigirin û heta li ser van axan bi rengekî azad  em bijîn emê têkoşîna xwe bidomînin.” Piştî axaftinên hatin kirin girse ji goristanê veqetiye.   

Ev welat we ji hev qetand

Demîrtaş diyar kir ku her tişt li holê divê berpirs werin darizandin û derbarê helwesta hikûmetê de wiha got: “Darizandin li aliyekî Serokwezîr êşa gel jî parve nake. We ev welat parçe kir. Yên 50 hezar car van axan bombe baran dikin, yên 50 hezar car tevkujiyan pêk tînin bila bizanibin ku navê vê derê Kurdistan e, navê vî gelî Kurd e. Kes nikare vê rastiyê înkar bike.”
Demirtaş çapemeniya tirk a li hember bûyerê bêdeng ma jî rexneyên tund kirin û destnîşan kir ku heta sûçbar werin mahkûmkirin ewê helwesta xwe li Tirkiyeyê û di qada navnedewî de bidomînin.
Hevserokê BDP’ê Demirtaş destnîşan kir ku dixwazin bi rêya kesê nijat Kurd ên di nav AKP’ê de ser tekujiyê bigirin û bersiv da sûçbariyên Berdevkê AKP’ê Huseyîn Çelîk ku BDP bi provokatoriyê sûçbar kiribû û wiha axifî: “Di rewşa ku tevkujiyeke wisa vekirî pêk hatiye bêyî ku fedî bikin me bi provokatoriyê sûçbar dikin. Dixwazin bi tehdîtan ser tevkujiyê bigirin. Li hember van helwestan yê gavê bipaş de bavêje namert e.”

‘Divê em mil bidin hev’

Demirtaş her wiha bibîr xist ku şahidên buyerê dîtine ku du zarok ê qurbana tevkujiyê destê lev girtine û wisa jiyana xwe ji dest dane û ev peyam da: “Cenazeyên wan di rewşeke ku destê hev girtine de hatin dîtin. Ev ji bo me tevan peyamek e. Heger cenazeyan destê hev girtibe divê em yên zindî jî destê hev bigirin û heta li ser van axan bi rengekî azad  em bijîn emê têkoşîna xwe bidomînin.” Piştî axaftinên hatin kirin girse ji goristanê veqetiye.

DÎHA/ŞIRNEX