
Li Elmanya, Swîsre û SwêdêKomkujiya Şengalê hat protestokirin. Di çalakiyan de her wiha polîtîkaya şer a AKP’ê, êrîşên hewayî û tecrîda li ser Ocalan jî hatin şermezarkirin.Li bajarên Elmanya Bremen, Frankfurt, Bonn û Aachenê, Komkujiya Şengalê hat protestokirin. Di çalakiyan de her wiha polîtîkaya şer a AKP’ê, êrîşên hewayî û tecrîda li ser Ocalan jî hatin şermezarkirin.
Li bajarê Elmanya Bremenê, Komkujiya Şengalê û Komkujiya gundê Zergelê hatin şermezarkirin. Di çalakiya ku ji aliyê Navenda Civaka Kurd a Bremenê, Komîteya Piştgiriyê ya Kurdistanê, Meclîsa Aştiyê, Yekîtiya Elewiyan, YEK ve hat lidarxistin de, banga naskirina Komkujiya Şengalê li Elmanya û dewletên Ewropayê hat kirin. Her wiha ji rêveberiya PDK’ê hat xwestin ku tavilê dawî li polîtîkayên xwe yên li hemberî Şengalê bîne.
Li bajarê Frankfurtê, bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Amara, Komkujiya Şengalê hat şermezarkirin. Jinên li navenda Frankfurtê Hauptwache civiyan, bal kişandin ser bêdengiya dewletan a li pêşberî komkujiya li Şengalê û gotin, „Jin li hemberî zîhniyetên mêr û paşverû berxwedaneke mezin nîşan dan. Berxwedana Arînan nîşaneya vê ye. Jinên Kurd têkoşîna xwe ya azadiyê ya li hemberî van çeteyan mezintir dikin.“ Di çalakiyê de hat ragihandin ku AKP konsepta şer xistiye meriyetê û hat gotin, „Pêwîste AKP tavilê dest ji vê polîtîkaya xwe ya berjewendîparêz û qirêj berde.“ Di çalakiyê de 1. Konferansa Meclîsa Jinên Êzidî hat silavkirin.
Li bajarê Bonnê jî komkujiyên Şengal û Zergelê û êrîşên li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê hatin protestokirin. Nûnera Tevgera Jinên Azad di axaftina xwe ya li vir de ji DAIŞ‘ê û destekvanên wê re got, „Kurd li her cihê lê ye, berdêla wê çi dibe bila bibe, wê li dijî we bisekiin.“ Nûnera Azadî Monîka Morres jî da xuyakirin ku zêde mezinnebûna komkujiyan bi saya PKK, YPG û YPJ’ê ye. Morres ji hikûmeta Elmanya xwest alîkariyê bidin Êzidiyan û qedexeya li ser PKK’ê rake.
Nûnerê PYD’ê Şêx Xelef jî, Tirkiye, Erebîstana Siûdî û Qatar ên destekê didin DAIŞ’ê şermezar kir û nerazîbûn nîşanî PDK’ê da ku gel naparêze. Ji Partiya Çep a Elman Jurgen Repschlagergot, „Erdogan dibêje ez li DAIŞ‘ê dixim, lê derewan dike. Li ciwanên Kurd, sosyalîst û PKK’ê dixe“ û nerazîbûn nîşan da Li bajarê Aachenê TJK-E bi armanca şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şermezarkirina Komkujiya şengalê çalakiyek lidar xist. Di axaftinên li çalakiyê de bal hat kişandin ser desteka AKP dide DAIŞ’ê û AKP hat şermezarkirin.
Li Bernê tevkujî hat şermezar kirin
Êrîşên hewayî yên li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê û komkujiya li gundê Zergelê, li bajarê Swîsre Bernê bi çalakiyekê hatin protestokirin. Kurdistanî û dostên wan bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Bern Casînoplatzê civiyan û polîtîkayên şer ên Hİkûmeta AKP li hemberî Kurdan dane destpêkirin, şermezar kirin.
Li dû deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna şoreşê, Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Bernê Ahmet Ocalan mafê axaftinê kir. Ocalan bi şermezarkirina komkujiya li Zergelê dest bi axaftina xwe kir û diyar kir ku hikûmeta AKP û Erdogan ji bo desthilatdarbûyîna xwe li dijî Kurdan şer îlan kirine. Ocalan anî ziman ku şerê diqewime ne şerê navbera PKK û dewleta Tirk an jî ne şerê navbera Kurd û Tirkan e. Ocalan got, „Ev şer şerê AKP û Erdogan ê ji bo bi tena serê xwe bibin desthilatdar e. Bi van polîtîkayên şer ên qirêj re wê negihêjin ti tiştê dixwaze. Bila baş zanibin, serketiyê vî şerê wan daye destpêkirin, wê bindest û gelên berxwedêr bin.“
Piştî Ocalan ji kadroyên pêşeng ên Tevgear Çep a Tirkiyeyê Teslîm Tore mafê axaftinê wergirt û anî ziman ku AKP û Erdogan ji ber têkçbûna xwe ya li hemberî HDP’ê, di serî de Kurd li dijî hemû mûxalîfan şerekî giştî daye destpêkirin.
Li ser navê Komeleya Mafên Mirovan a Swîsreyê Esma Ûzûn jî bi şermezarkirina komkujiya li Zergelê re dest bi axaftina xwe kir û da xuyakirin ku ji bo şerê Erdogan ji bo desthilatdariya xwe daye destpêkirin veguhere aştiyê, divê her kes dakeve qadan. Çalakî piştî axaftinan bi qîrîna dirûşmeyên „Kujer Erdogan“ bi dawî bû.
Li Swêdê bê navber çalakî
Di salvegera Komkujiya Şengalê de, li bajarên Goteborg, Gavle, Soderhamn û Borlange yên Swêdê, bi hezaran Swêdî, Kurdistanî û Tirkiyeyî daketin kolanan û çeteyên DAIŞ’ê û hikûmeta AKP’ê ya bombeyan li Kurdistanê dibarîne, protesto kirin. Di xwepêşandanan de nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl, hikûmeta AKP’ê û çeteyên DAIŞ’ê şermezar kirin û di serî de Neteweyên Yekbûyî bang li saziyên navneteweyî kirin ku li hemberî komkujiyên dewleta Tirk û DAIŞ’ê helwestê nîşan bidin.
Xwepêşandana li bajarê Goteborê ji aliyê rêxistinên civakî yên sivîl ên Swêdî û Kurdistanî ve hat organîzekirin û li Meydana Gota destpê kir. Ji Sosyalîstên Partiya Edaletê Chrîstopher Lûndberg di axaftina xwe ya li vir de bibîr xist ku Êzidiyên li pêş çavên tevahiya cîhanê beriya salekê hatin qetilkirin ji aliyê YPG û HPG’ê ve hatine rizgarkirin û hikûmeta AKP a Herêmên Parastinê yên Medyayê bombe dike, emperyalîstên NATO û DYA yên destekê didin hikûmeta AKP’ê bi zimanekî tund rexne kir.
Hevseroka Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Swêdê Leyla Dûman da xuyakirin ku êrîşên hikûmeta AKP’ê yên li hemberî DAIŞ’ê dûrî ji rastiyan e.
Nûnerê PYD’ê yê Swêdê Şiyar Elî jî di axaftina xwe ya li vir de ragihand ku dewleta Tirk bi hinceta çeteyên DAIŞ’ê êrîşî YPG û Kurdan dike û diyar kir ku armanca hikûmeta AKP’ê têkbirina Kurdan li hemberî çeteyên DAIŞ’ê ye. Di xwepêşandana li bajarê Gavle de Cemal Rojhilat bal kişand ser şerê topyekûn ê hikûmeta AKP’ê li hemberî Kurdan îlan kiriye. Di xwepêşandana li bajarê Soderhamnê de tevî Kurdistaniyan, gelek partî û rêxistinên çep ên Swêdî jî amade bûn.
Ji bo azadiya Ocalan stand
Meclîsa Jinên Kurd, biryar girtin ku ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bigihêje azadiya xwe têkoşînê hê berfirehtir bidomînin û wek gava yekemîn li qada herî qerebalix a li Stockholmê Sergel stand vekirin.
Jinên Kurdistanî yên flamayên li ser wan portre û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hene vekirin, belavokên ku têde behsa rola Ocalan a di têkoşîna neteweyî ya Kurd, komploya navneteweyî û tecrîdê dike belav dikin û raya giştî ya Swêd agahdar kirin.
NAVENDA NÛÇEYAN
Li Laleşê qêrîn û hewar bilind bûn
Tevkujiya li dijî Êzîdyan a ji aliyê çeteyên DAIŞ‘ê ve pêk hat di salvegerê de bi meşa ji aliyê bi hezaran Êzîdiyan a ber bi Laleşê ve hate şermezarkirin. Bi hezaran Êzîdiyên ku bi cilên li ser “Qatlîamê ji bîr nekin“ „Dengê Êzîdiyan bibihîzin“ li xwe kirine ve bi deham kîlometre rê meşiyan û posterên xizmên xwe yên di qatlîamê de winda kirine hilgirtin. Di meşa ku diruşmên „Hol hola Êzîdiyan e“ hate berzkirin de ji bo balê bikişînin bi aweyekî temsîlî pankarta „Li Şengal û Kobanê qatlîam heye“ ya bi boyaxa sor hatiye nivîsandin hate vekirin.
Di dawiya meşê de Êzîdî piştî ku gihîştin mabetên xwe yên pîroz Laleşê axa pîroz bi deqîqeyan ve maçî kirin û rondik barandin. Di merasîma bîranînê de Şêxê Êzîdiyan Baba Çavuş, Parlamentera HDP’ê ya Amedê Feleknas Uca û nûnerên YNK’ê jî cih girtin. Di merasîma ku li axa Laleşê hake kirin de Êzîdî yekem car pêxas reviyan û ji bo azadiya jinên ku hatine dîlgirtin daxwaz kirin. Piştî banzdanê jî paç li tirbeyên Laleşê hate girêdan û ji bo azadiya jinên hatine dîlgirtin daxwaz hate kirin. Piştî îbadeta olî Şêxê Êzîdiyan Baba Çavuş axivî û wiha got: „Tekane tişta ki em bikin yekîtî ye. Xwestin me parçe bikin û tune bikin. Bersiva ku em bidin wan ew e ku di rojên xwe yên herî xirab de avakirina yekîtiyê ye. Êzîdiyên ku her tim temsîla aştiyê dikin, di van rojên ku dîsa şer hatiye destpêkirin de divê ji bo aştiyê dua bikin.“
Uca axivî û astengiya ku du roj in di riya Şengalê de ji aliyê PDK’ê ve tê kirin bibîr xist û ev tişt got: “Salek derbas bû lê hê jî Şengal azad nebûye. Ji bo parvekirina êşa xwe pêdiviya me bi hev heye.“ Piştî daxuyaniyê bi hezaran kes bi hevre gotina „Hol hola Êzîdiyan e“ bi kar anîn û hawara jinan bal kişand.
DÎHA/LALEŞ
Tedbîr li dij DAIŞ’ê nayên girtin
Parlamenterên Partiya Çep ên Hambûrgê Chrîstîane Schneîder û Cansû Ozdemîr di bin serenavê „Ji bo pêşîgirtina li tevlîbûna DAIŞ’ê, qedexeya derketina derveyî welat“ de pêşniyar pirse pêşkêşî Senatoya Hambûrgê kirin. Di pêşniyarê de hat ragiahndin ku ji sala 2013’an heta Sibata 2015’an qedexeya derveyî welat ji bo 16 kesan hatiye destnîşankirin, lê tevî vê jî 4 ji van tevlî çeteyên DAIŞ‘ê bûne. Di bersiva ji aliyê Senato ve hat dayîn de wiha hat gotin: „Senato van tedbîran, di nava hemû tedbîrên li dijî Îslamiyên tund hatine wergirtin de weke tedbîra herî girîng dinirxîne. Senato li gorî biryarên navneteweyî û neteweyî tevdigere û qedexeya derketina derve datîne ser şexsên tespît dike. Eger pêwîstî pê hebe dest datîne ser pasaporta şexs. Hêzên ewlekariyê bi hêzeke maqûl û di çarçoveya hiqûqê de tedbîrên pêwîst werdigirin.“
Parlamenterên Partiya Çep di pêşniyar pirsa xwe de bal kişand ser mijareke din û rewşa Komeleya Ansaar International e.V. a navenda wê li Dusseldorfê ye lê li Hambûrgê jî dixebite. Komeleya di 25’ê Gulana 2015’an de di bin navê ‘alîkariya însanî ji bo mexdûrên li Sûriyeyê’ li otela Plaza çalakiyek lidar xist, li gorî Senatoya Hambûrgê ji ‘selefiyên tund ên alîgirê şîdetê’ pêk tê.
Tevî vê jî ji bo astengkirina çalakiya 3 hezar Euro lê hat komkirin, bi hinceta ‘di qanûnê de ji bo qedexekirinê ti sedem nîne’ nehat astengkirin. Senatoya Hambûrgê tespît kir ku di bin navê alîkariya însanî de hewl tê dayîn ji bo refên selefiyan ciwanên nû peyda bên peydakirin, lê Senatoya Hambûrgê di çarçoveya qanûnên heyî de nikare rewşeke sûc tespît bike. Ozdemîr xwest Komeleya Ansaar International e.V bê qedexekirin.
HAMBURG