
FKÊ: Divê kongre rewşa Êzîdiyan binirxîne
Federasyona Komeleyên Êzîdiyan (FKÊ) di peyama xwe de destnîşan kir ku roja 14'ê Tebaxê sala 2007'an li herêma Şengalê, li bajarokê Gir Izêr û komelgeha Sîba Şêx Xidir hêzên tarî ferman li ser serê Kurdên Êzîdî rakirin. FKÊ ev tevkujî mîna bicîhanîna fermana tinekirin û jiholê rakirina Kurdên Êzîdî binav kir.
FKÊ di peyama xwe de bal kişande ser van mijaran: "Bi van êrîşan hedefa wan ew bû ku van her du waran ji Êzîdiyan ango ji niştecîhên wan xalî bikin. Bûyerên beriya van êrîşan û êrîş bi xwe nîşana wê yekê ne, ku van hêzan xwestin bi awayekî sîstematîk Êzîdiyan qir bikin. Bi gotineke din ev jenosîdeke li dijî Kurdên Êzîdî bû."
Hêna ne hatiye ronî kirin
FKÊ di peyama xwe de bal kişand ku tevî 6 sal di ser tevkujiyê re derbas bûne hêna bûyer ne hatiye ronî kirin û hat xwestin ku di Kongereya Neteweyî ya Kurd de rewşa Êzîdiyan bi taybetî were nirxandin. Di peyama FKÊ de ev daxwazî hatin bilêv kirin: " Di ser bûyerê re şeş sal derbas bûn. Lê hîn jî hêzên li piştî vê fermanê nehatine ronîkirin. Hîn jî hewldanên li dijî Êzîdiyan bi dawî nebûne. Hîn jî Şengal stûxwar e. Hîn jî birînên wan nekewiyan e, hîn ewlekariya wan misoger nebûye. Hîn mafên wan nîne.
Bi rasthatina fermana Şengalê re em bang li beşdarên Kongreya Netewî dikin, ku mijara Êzîdiyan taybet bigrin dest. Ji bo jiyaneke hevpar û azad mafên Êzîdiyan û îradeya wan nas bikin. Di vê çarçoveyê de divê fermana Şengalê weke Helepçeya duyemîn a gelê Kurd were qebûlkirin û xizmên wendayiyan weke yên Helepçe û Enfalê werin dîtin û ji wan mafan sûd werbigrin."
Ji KCD'ê daxuyaniya bîranînê
Komîsyona Kêmar û Baweriyê ya KCD'ê bi boneya komkujiya Şengalê ku di 14'ê Tebaxa 2007'an de li hember êzidiyan êrîşa bombeyî pêk hatibû û di encamê de gelek kesan jiyana xwe ji dest dabûn daxuyanike nivîskî weşand. KCD'ê kesên ku di komkujiya Şengalê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî. KCD'ê balkişand ser yekitiya Kurdan û di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Êrîşên li hember gelê me di çarçoveya konseptekê de ji aliyê yekitiya hêzên paşverû pêk tên. Divê gelê me li hemberî êrişên bi vî rengî yekitiya neteweyî û civakî pêşbixe. Em ji ber salvegera komkujiya Şengalê di serî de bang li gelê me yê êzidî û hemû gelê me dikin ku bila yekitiya xwe ava bikin, em careke din bi rÊzîdarî şehîdên komkujiya Şengalê bibîrtînin."
YEK-KOM: Li Rojava jî hewldanê tevkujiyê hene
Federasyona Komeleyên Kurd li Elmanyayê (YEK-KOM) bi sedan Êzidiyên di êrîşa 14'ê Tebaxa 2007'an a li Şengalê jiyana xwe ji dest dan, bibîr anîn. YEK-KOM'ê da xuyakirin ku mîna li Şengalê, Êzidî li Rojava jî rastî êrîşa çeteyan tên û bang li raya giştî ya navnetewî kir, ku Êzidiyan biparêzin. YEK-KOM'ê da xuyakirin ku hêzên êrîşî Êzidiyan kirine hêzên dixwazin Kurdistanê dagir bikin e û bang li Kurdistanî û dostên wan kir ku beşdarî çalakiyên bîranînê yê bi wesîleya salvegera komkujiyê bibin. YEK-KOM'ê got, "Divê civaka navnetewî, ji bo parastina Êzidiyên hînê di bin gefa komkujî û êrîşan de ne, têkeve nava tevgerê."
NAVENDA NÛÇEYAN