OLVA HECÎ MENSÛR/ANHA/QAMIŞLO


Şêwekar Samir Kalo bû şahdidê êrîşa xwekujiyê ku sala derbasbûyî li bajarê Qamişlo pêk hat. Kalo di salvegera yekem a komkujiyê de tabloyên ku bîranînên komkujiyê tînin ziman xêz dike û wan diyarî malbatên şehîdan dike.

Şêwekar Samir Kalo ji şêniyên bajarê Qamişlo ye. Bi xwe jî bûye şahidê êrîşa xwekujiyê ya li taxa Xerbî ya Qamişlo ku sala derbasbûyî di 27ʹê Tîrmehê de pêk hat. Di encama êrîşê de bi dehan welatiyên sivîl ku piraniya wan jin û zarok bûn jiyana xwe ji dest dan.

Bîranînên komkujiyê di dilê Samir de gelek êş û zehmetî xêzkirin, li ser vî esasî û di çarçoveya bîranînan de dest bi xêzkirina tabloyan dike.

Desteya Çandê ya Kantona Cizîrê jî piştgirî da Samir Kalo.

Ajansa Nûçeyan a Hawarê jî serdana cihê Kalo ku lê resmian xêz dike, kir.  Kalo da zanîn ku dema êrîş pêk hat, ew demildest çû cihê teqînê da ku rewşa malbata xwe pirs bike, gava wê aloziyê dibîne jê bi bandor dibe û malbata xwe ji bîr dike û bi gelek kesên din ên nêzî bûyerê bûn, dest bi rizgarkirina welatiyan kir.


Têsîra jin û zarokan çêbû

Şêwekar Samir Kalo têkildarî êrîşî û bûyera ku bi serê welatiyan de hat anî ziman ku dema wî li şûna êrîşî dinihêrî wê demê dijwariya êrîşkaran û nemerdiya wan baş nas kir û got: ʺMin bi çavên xwe êrîşa hovane dît, ji ber vê min biryar da ku ez di tabloyên xwe de naveroka êrîşê vebêjim. Tişta herî zêde bandor li min kir ew bû ku qurbanî jin û zarok bûn.

Şêwekar Samir Kalo biryar da ku tabloyên xêz dike di salvegera yekem a êrîşa hovane de diyarî malbatên Şehîdan bike.