Axaftvanan destnîşan kirin ku ciwanên ku di sermaya zivistanê de û di berf û baranan de ji bo pêdiviyên jiyanê peyda bikin derketine rê, bi awayekî hovane ji aliyê artêşa Tirk ve hatin kuştin. Piştî axaftinan, derbarê komkujiyê de fîlmek hate nîşandan.
NAVENDA NÛÇEYAN
Bi 34 darbestan çalakî
Rêxistina BDP’ê ya Bêgira Wanê ji bo komkujiya Roboskiyê şermezar bike bi 34 darbestan çalakî lidarxist. Rêxistina BDP’ê ji bo şermezar kirina komkujiyê û hesappirsîna ji kujeran çalakiyek balkêş lidarxist. Girseya ku li ber avahiya BDP’ê kom bû heta qada Cumhuriyetê bi darbestan meşiya. Girseyê 34 darbestên ku bi paçên reş pêçabûn li ser milan hilgirtin. Girseyê di meşê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên PKK û KCK’ê vekirin û siloganên “Bijî Serok Apo”, “Qatil Erdoğan”, “Em komkujiya Roboskî ji bîr nakin” qêriyan. Li ser navê komê Serokê BDP’a Bêgirê Vahap Arslan daxuyanî da. Arslan diyar kir ku li gel 728 roj di ser komkujiyê de derbas bûn hê jî kujer nehatine dadgeh kirin. Arslan, anî ziman ku ew dê hesap ji komkujiyê bipirsin.
DÎHA/WAN