Doh, salvegera sedsal a komkujiya Ermeniyan bû. Wekî her sal, îsal jî kesên 'hêstyar' hemû li ser piyan bûn. Va hefteyeke em hemû 'birîndar' û 'diêş'in. Çapemeniya civakî, ne tenê ew jî, li ser rûpelên rojnameyan, kovaran, li ser ekranên televizyonan, her wiha di her qadî de qala vê yekê hat kirin. Nivîsên cûrbecûr ji arşîvan derketin, hin ramanger li ser vê mijarê daxuyaniyan dan. Di qada fermiyet a navnetewî de jî her wisa; serokomarên hin dewletan belavok xwandin, bi weşanên televizyonan ve ew gotinên wan belavî hemû dunyayê bûn, di axaftinên xwe de hin pêyvên 'watedar' bikaranin. Li dorê jî, li ser ew 'pêyvên watedar' (ango komkujî) nîqaşên curbecur hatin kirin. “Gelo serokomarên Amerikayê dê îsal çi peyam bide?”, “Gelo Şansolyeya Elmaniyan, yê Rusiya, nizam kîjan lijneya parlamen a nizam kîjan dewletê gelo çi biryar bigirin?” hwd... Bersivên ev pirsana jî di dilê desthilatdarên Tirkiyeyê de wek pitpitiyan lêda. 

Ev yek, wekî ku min çavdêr kiriye, xwandiye, temaşe kiriye, va bîst sal jî zêdetir e her wisa ye. Ev sedsal jî bi vî rengî derbas bû. Gelo çi bû? Desthilatdarên dewleta Tirkiyeyê ber xwe dan, li hin salonên serokomaran çilên xwe raxistin, bergeriyan, li hin deran tehdit kirin, hê ço nişan dan, hê xezîneyeke mezin belav kirin, lê dawî ya dawî salek jî bi vî hawî derbas kirin. Rûreşiya xwe bi awayekî veşartin, ji bo jibîrbûna komkujiyê hewldaneke mezin deranîn û rojeke 24’a avrêlê jî bihurandin. Wekî ku sed sal pê ve dibe, ya ku bû, îsal jî ev bû.

Ev, şêwaza vê dewletê ye. Hemû nerazîbûn diheşirîne nava rojekî, an jî em bêjin hefteyekî, di vê hefteyê de xwe diçirîne, bi siyasetmedarên xwe, bi 'ramanger' û bi rojnamegerên xwe ve, bi dîlomat û bi hemû saziyên xwe ve îmana rojevê radike, lê dîsa jî wek bi awayekî serkeftî xwe ji vê hefteyê diqetîne. Temam hefteyek. Bi zehmeteke hefteyî ve ruyê xwe dişo û vedigere li ser karên xwe yên nîvçe mayî. 

Di zimanê Farisiyan de pêyvek heye. Dibêjin “qurimsax”. Qurimsax, bi wateyeke neyînî ve bar e. Ji bo însanên beredayî, ji bo îş û karên nezaniyê, ji bo şêweyên quretiyê tê bikaranîn ev pêyv. Li gor rewşê, car carina ji bo însanên “bênamûs” jî tê gotin. Gava ku însanek, saziyek, komek, dewletek an jî desthilatdariyek qurimsax bû, ji bo sererastkirina hin rewşên wî/ê karkirin tiştekî vala ye, zehmetiyeke vala ye. Çi ku li ser vê şexsiyetê guhertin bi tu şiklî nabe, bêîmkan e, ne minkûn e. Ji ber vê yekê, şoreşeke hişmendî, ya ji kokê lazim e. Heke hişmendî ji kokê re neyê guhertin, tenê bi zorê, bi rê û rêbaziya îqnakirinê ve çi tişt naguhere.

Qurimsaxî di damezirandina vê dewletê de hêlîna xwe çêkiriye û xwe bicîh kiriye. Hebûna vê dewletê, bi komkujiyan ve hatiye ava kirin. Heke ev dewlet rojek jî be bi rûreşiya xwe ve rûbirû were, divê ew roj pergal jî belav be. Ji ber ku ne tenê Êrmeniyan, li cem wan Kurd, Ereb, Rûm, ango Pontusiyan, Yahûdiyan, ji xêynî baweriya mezheba sune ya Îslam her şîroveyên Îslam jî, heta netewiyên Tirk bixwe jî li ber destê vê desthilatdariyê zindanî ne. Jin, ciwan, hin nêrînên siyasî, karker û kedkaran, her û her rastî komkujiyê hatina heta roja îro. Qurimsaxî, ev zat bixwe ye... Heke qurimzaxî neyê hilweşîn, bi tu awayî paqijiya vê civakê jî neminkûn e.