Şervanan li çeperan teqwiyeyên nû kirin û doçka û şervanan cihê xwe girt. Saet li 22.30’ê şervanan operasyona ku wek “Operasyona Pakijkirina Rabîa ji DAIŞ’ê” bi nav kirin dan destpêkirin. Destpêkê bi hawan, obus û doçkayan noqteyên çeteyan ku bi roj hatibûn despît kirin hatin bombe kirin. Piştî demekê dengê çekan jî hat û şervan qedeyemek bi pêştir ve çûn û ketin şerê rû bi rû. Şer heya saet 1’ê şevê bi awayekî dijwar berdewam kir û piştre dem dem heya serê sibê dengê hawan û topan dom kir. Serê sibê dengê pevçûnan rawestiya. Lê saet di derdora 10.00’an careke din pevçûnan dest pê kir. Fermandara tabura YPJ’ê Zîlan der barê operasyonê de axivî û da zanîn ku ew heya Rabîa ji çeteyan paqij nekin ranawesitin.

 Zîlan got ku roja ewil pêşmergeyan alîkarî ji wan xwestiye û ew ji  bi vê yekê pir kêfxweş bûne û wiha got: “Bi rastî em jî kêfxweş bûn. Dema em çûn gel wan moralê wan jî çêbû. Lê rojek şûnde gotin ku biryar heye divê vekişin û vekişiyan. Me jî heya Deriyê Sêmalka ew birin û derbasî Başûr bûn. Komeke pêşmergeyên YNK’ê man li gel me heya 2-3 kes ji wan jî birîndar bûn lê piştre ew jî çûn û nema hatin. Niha li Rabîa li hember çeteyan tenê YPG/YPJ û Asayiş heye.” 

Zîlan der barê çapemeniya Başûr ku dibêje peşmerge li li Rabîa di nava şer deye jî axivî û anî ziman ku li vir şer heye weke ku hûn jî dibînin tu peşmergeyek li vir tuneye û wiha dom kir: “Operasyona paqijkirinê heya çete ji Rabîa bên derxistin dê bidome.”

Ji hêla din ve di saetên serê sibê de hin hemwelatî ji Şengalê hatin tehliye kirin û di deriyê Rabîa de derbasî  Rojava bûn. Li gor agahiyên ku şengaliyan daye gihîştina YPG û HPG’ê moraleke mezin daye gel. Şengaliyan gotin ku xetereya êrîşan li Çiyayê Şengal hema bêje bi gelemperî kêm bûye lê tunebûna av û xwarinê rîskeke mezin e.

 Dîsa li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên HPG û YPG’ê hatine girtin, li başûrê Rabîa li gundê Mahmudiye di navbera DAIŞ û şervanan de pevçûn derketiye û hêza çeteyan şikestiye û paşve kişiyane. Dîsa li Şengalê HPG, YPG û Yekîneyên Berxwedana Şengalê di 6’ê tebaxê de xwe gihandibûn bakûrê Çiyayê Şengalê û 2 roj berê jî derbasî başûrê çiyê bûne. Ji alîkî ve ev hêz hemwelatiyên êzîdî tehliye dikin ji aliyê din ve jî bi çeteyan re şer dikin. 

Pevçûn bê navber li Rabîa berdewam dikin û çavkaniyên YPG’ê dibêjin ku gelek kuştî û birîndarên çeteyan hene. 

Endama YPJ'ê Evîn Efrîn di 5'ê tebaxê de di dema pevçûnan de bi parçeyên hawanê birîndar bûye û ev 2 roje ji bo here şer carek din li benda biryarê ye lê dike nake fermandarê wê qebûl nakin. Ji ber ku 2 şarapnel li lingê wê 2 şarapnel li milê wê 2 şarapnel jî di pişta wê de ye nahêlin here.  


RABÎA