Wê got, rewşa wan gelekî nexweş û giran e. Şehrîbanê got, bila her kes ji malbatên xwe re bibêje, va ye hevalên me ketin ber mirinê, bila guhên wan li ser me be, bila rabin dakevin kolanan.
DENİZ BABİR
Li hepsên Tirkiyê û Kurdistanê bi hezaran hepsî li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê ya bê dem û nedorveger de ne. Koma yekê ya li hepsan îro di roja 115´an a greva xwe de ye. Malbatên hepsiyan ji rewşa zarokên xwe bi fikar in. Yek ji wan malbatan jî malbata Çoban e. Şehrîban Çoban ev 4 sal in di hepsa Şakranê de ye, xwişka wê Zana jî di hepsa Gebze de ye, apê wan Cîhan jî li hepsa Elbistanê ragirtiye û hemû jî di greva birçîbûnê ya bê dem û nedorveger de ne.
Dayikan Şehrîbanê, Nafiye Çoban a 50 salî ya ji navçeya Wanê Miksê, û ev 35 sal in ku li Mêrsînê dijî, behsa maliyên xwe û rewşa hepsiyan kir.
Nafiye Çoban der barê rewşa kaça xwe û berxwedêrên di greva birçîbûnê de ji me re peyivî. Nafiye Çoban di destpêkê de bal kişand ser zextên li ser hepsiyan û got; “Ez çûm hevdîtinê duşema bihurî, rewşa wan nexweş e, dewamî zext li wan dibe, zilmê li wan dikin. Bi telefonê jî îro (pêr) bi me re peyivî, keça min got, rewşa hevalê me hîç ne baş e, êdî nikarin rahêjin îskanên avê jî da ku vexwin. Em çûn çarşiyê, ji bo çalakiyê, lê milet xwe berneda, em 4 dayik bûn. Dijmin li pey me bû, gotin berdilkan li xwe bikin, dijmin li pey me bû, hîna em neketin deriyê çarşiyê midûrê polîsan nehişt pêşî li min girt, got, ez ê te bavêjim hepsê. Ji min nasnameya min xwest, min got, min li malê hiştiye. Axirî, em anîn heta parkê, û nehiştin em tiştekî bikin, ez û her çar hevalên min, me nekarî tiştekî bikin. Em her çar jî ji malekê bûn. em ne xerîb bûn. Me çiqasî got, kes nayê li me napirse. Bi xwedê, kes gotinên me û yên zarokên me naîne cih. Zext li ser zarokên me heye. Zarokên me êdî hatine ber mirinê.
Kes guhdariya min nake
Nafiye Çoban di dewama axaftina xwe de bêdengî û xemsariya heyî jî rexne kir û got, “Şehrîbanê tenê na, hemû hepsî zarokên min in. Ew çi bibêjin, ez hazir im bikim, bibêjin dakevin kolanan, em ê dakevin, bibêjin grevên rûniştinê ez ê bikim, lazim be em ê xwe di ber wan de bikujin jî, lê milet danakeve kolanan, milet xwe nade ber zarokên me. Mêrsîn ketiye, hîç nayê pêş. Em mal bi mal diçin, dibêjin di rêya xwedê de rabin em li ser bisekinin. Temam em jî li malê xwe de bikevin greva biçîbûnê naxwe ji bo çareseriyê. Va ye, heger wisa be sibe dora mirinê ya min û zarokên min, ya min û hevalên min e, xwedê heye, rabin meydanê! Lê kes guhdariya min nake. Kes li ser vî miletî nasekine. Kes vê çareser nake.
Dermankirinê jî qebûl nakin
Dayika Şehrîbanê, Nafiye Çobanê li ser rewşa çalakgerên greva birçîbûnê û daxwezên wan jî got, “Şehrîbanê di telefonê de got, dayê, êdî mirin e. Got, bibêje wan, bila êdî hay ji me hebin. Lê hay ji wan namînin, ti kes hay ji wan namîne. Şehrîban ev 50 (îro 52) roj in di grevê de ye. Par jî hem Şêrîban û hem jî keça min a din Şîrîn Çoban qederê 40 rojî ketin grevê. Şîrîn di Azadiya Welat de dixebitî, rojnamevan in herdu. Yeka din jî tevlî nav refan bû çû derve lê hat girtin. Ha hingê jî kesî li me nepirsî. Şîrîn niha ji hepsê derket, ne li van deran e. Şehrîban jî Zana jî di hepsê de ne. Bavê wan jî derket çû. Zana, Xwişka Şehrîbanê ye, ew jî ev 35 roj in ku li hepsa Gebze di grevê de ye. Zana keça hewiya min e. Wê 6 kîlo li xwe kêm kirine. Cîhan, ew jî tiyê min e, wî 10 kîlo li xwe kêm kirine, ew apê zarokên min e, lê wî bêhtir li xwe şikandiye. Ew bi wêremê ketiye û dermankirinê jî qebûl nake.
Cîhan li Mereş Elbistanê 9 sal in girtiye, lê hê jî mehkeme jî nebûye, hîna ceza lê nehatiye birrîn. Ev 37 (îro 39) roj in di grevê de ye.
Li ser rewşa Cîhan Çoban, Nafiye Çobanê got, “Xwesûya min doh çûye, Cîhan li Elbistanê dîtiye. Got, xwezî min ew di wî halî de nedîtana, rewşa wan hîç ne baş e. Birayê Cîhan, diya xwe kiriye erebê biriye, rewşa kurê xalê wî jî ne baş e, got, xwîn di devê wî re tê. Ew jî Feremez Erdem e, ev 27 sal in ku di hepsê de ye. Berê nexweş bû, ji dema ku ketiye grevê de jî xwîn ji mîda wî tê. Mehmet Umît jî heye, ew jî kurê biraziyê wî ye. Li Mersînê bombe pêde teqiya, destekî wî jê bû. Ê wî, ev 75 roj in ew di greva birçîbûnê de ye.”
Rewşa wan gelekî nexweş û giran e
Şehrîbanê got, em 30 kes in di grevê de. Ewilî ser xwe negot, ser hevalê xwe got, 3 ji wan ev sed rojên xwe qedandine û ev îro 2 roj in hew dikarin li ser xwe bigerin û li nav cihan in. Wê got, 2-3 heb hevalên me neketine grevê, ew li wan xwedî derdikevin. Wê got, êdî gava îskana avê didin wan, nikarin bigirin ji bo ku vexwin. Wê got, ava hazir hew didin wan a bi kirêç didin wan, û wê got, em nikarin vexwin jî. Wê got, rewşa wan gelekî nexweş û giran e. Şehrîbanê got, bila her kes ji malbatên xwe re bibêje, hal û mesele ev e; va ye hevalên me ketin mirinê, bila guhên wan li ser me be, bila rabin dakevin kolanan. Ji min re ev got, em îro çûn avahiya TAY-DER´ê, em çendek li wir bûn, lê polîs nehişt ku em derkevin.
Zilma gardiyanan gelek e
Nafiye Çoban diyar kir ku li hepsan muameleyên xirab li hepsyan tên kirin û wiha peyivî: “Ji ber ku taqeta wan û xwîna wan kêm dibe, dicemidin, lê rabûne bataniyên wan ji wan standine. Şehrîbanê, keça min got, hebên vîtamînê didin wan û jê zêdetir tiştekî jî nadin wan. Wekî din her tişta ku lazim bibe, bi pera ye. Wê got, avê, şekir, ava lîmonê û çayê vedixwin. Min jî dît, destê wan weke bûzê ne, wexta ez çûm serdanê 10-12 heval ji qawîşa wê derketin, min destên wan girtin, destên wan mîna qeşayê ne. Lê gardiyanan nehişt em bi hev re bipeyivin. Gardiyanan zexteke wisa kir ku nehiştin em xatir jî ji hev bixwazin. Nehiştin em sipehî xeber bidin. Bêtêl xistin binê maseyan. Min got, çima Şehrîban? Wê got, dayê gardiyan guhertin. Niha her sibeh ku tên dikevin qawîşê ji bo jimartinê, 50 heb dikevin qawîşê û gelek zextê û zilmê li me dikin. Wê got, ji ber wê zext û zilmê heval çalakiyan dikin, dawiyê li jiyana xwe tînin. Wê got, heger li derve xwedî li me neyê derketin, ew ê jî neçar bibin, ev ê bibe rêya wan jî. Wê got, em wisa qebûl nakin, êdî taqeta me ranake.
Çareyekê ji vî miletî re bibînin
Dayik Nafiye Çoban li ser rewşa berxwedêrên ku ev zêdeyî 100´î ye di grevê de ne jî ev agahî dan: “Evên me zêde neketinê, lê ji bo yên ku ev 100 roj bêhtir e di grevê de ne, êdî taqeta wan nemaye. Ew nikarin li ser lingên xwe bigerin. Şehrîbanê got, em dikevin bin çengên wan, em wan dibin û tînin dîsa dixin nav cihên wan.
Nafiye Çoban di dawî de ev bang li her kesî kir; “Li ser van zarokan li ser vî xelkî em bisekinin. Bila ji min re jî bibêjin, em li ber sekinîne, çi lazim be em hazir bikin, em bimeşin, çalakiyan bikin, em hazir in xwe bidin kuştinê jî, hema bila ilacekê, çareyekê ji vî miletî re bibînin. CPT jî bila cewabekê bide vî xelkî, li ser vê meselyê bisekine.”