RÊBAZ HESEN / ANF/ŞENGAL

Radyoya Çiraya Şengalê ku piştî Komkujiya 3’ê Tebaxa 2014’an ji aliyê Rêveberiya Xweser a Şengalê ve ji bo civaka Êzidiyan hate avakirin, bûye dengê azadiyê yê Êzidxanê. Radyoya Çiraya Şengalê sala 2015’an ji bo civaka Êzidî bi rêxistin û hişyar bike hat avakirin û li ser esasê perwedekirin û xweparastinê weşangeriyê dike. Radyo cih dide mijarên siyasî, Aborî, Çandî û civakî.

Rêvebera Çiraya Şengalê Nesrîn Şengalî li ser avakirin û girîngiya radyoyê axivî û got: “Dema êrişên DAÎŞ’ê yên hov li 3’yê Tebaxa 2014’an li Şengalê pêk hatin û bi hezaran jin û zarok hatin qetilkirin û revandin, pêwîstî pê hebû ku dengek hebe civaka Êzidî hişyar bike. Bi vê radyoyê armanca me ew bû ku em vê komkujiya bi serê civaka Êzidiyan hatî ragihînin raya giştî ya cîhanê.

Li ser bernameyên radyoyê jî Nesrîn got: ”Em girîngiyeke mezin didin hêz û vîna xwerêveberiya Şengalê. Em dixwazin gel bidin nasîn û wisa bikin ku gel hê zêdetir pişt bide hêzên xwe û hêzên xwe binasin. Dîsa beşek girîng didin ol û ayînên civaka Êzidî, çand û hunera Şengaliyan. Mijarên siyasî û civakî ya vî gelî ji bo raya giştî vediguhêzin. Her çendî karê me zehmet û giran be jî em bi kêfxwşî xizmeta gelê xwe dikin. Dema em diçin nava civakê em baş tên pêşwazîkirin, zorî û zehmetiyen hemûyan ji bîr dikin.”

5 mehan weşan nekir

Nesrîn Şengalî di dawî de li ser êrişên dewleta Tirk a li ser radyoyê jî got: “Balafirên şer ên Tirk sala 2017’an radyoya me bombe kir. Piştî êrişê bi qasî 5 mehan weşana me hat rawestandin. Lê piştre bi şêwazeke hê baştir me dest bi weşana xwe kir. Bi vê radyoyê em kiryarên wan ji bo gel radigihînin û keşif dikin.”