Mamosteyên zanîngehê yên li Başûrê Kurdistanê rexne li ragihandina Kurdî girtin û wan got, ragihandin weke pêwîst bi rola xwe ranabe. Wan destnîşan kir ku ragihandina Kurdî çanda ji derve têkelî çanda Kurdî dike. Beriya 121 salan rojnameya Kurdî ya pêşî bi navê Kurdistan derket ku hejmara xwe ya yekê 22´yê Nîsanê çap kir. Ev rojname bû bingek ji bo ragihandina Kurdan li her çar parçeyên Kurdistanê. Lê ji ber dublajkirina filmên biyanî û têkelbûna hizban, di nava ragihandinê de rexne li rojnameger û saziyên çapemeniyê tê kirin.

Mamoste Mistefa Ebdullah rexne li ragihandinê kir û got, “Di destpêkê de ragihandin û rojnameyên me Kurdan neteweyî bûn. Lê berevajî vê yeke di roja meya îro de ragihandin û rojname ketine xizmeta hizbên Kurdistanê de. Pirraniya hizbên Kurdî piştgiriya ji welatên derve digirin. Heger ne wisan bûya wê girîngiyeke mezin bidana perwerdeya kesayeta Kurd. Heger wisan bûye wê tenê Kurdayetî bidana pêş.

  ÇOLÎ ESHED

Dublaj kirina filmên biyanî cihê rexnekirinê ye. Ew filmên tên dublajkirin, pirraniya wan şer, pêşbazî û desthilatdarî ye; ev yek ji bandoreke mezin di nava malbatê de çêdike û hestê desthilatdariyê zêde dike. Em bûne xizmetkarên destên ji derve. Lê mixabin kanalek nîne ku bi zimanê Kurdî perwerdê bide û biweşîne.”

Li ser heman mijarê mamosteyê zanîngehê, Çolî Eshed ji wiha qala ragihandinê kir: “Ragihandin pencereyek e ji bo avakirina civak û netewayetiyê. Em dikarin bi ragihandinê xizmeta herî baş ji bo neteweya xwe bikin. Heger em temaşeyî qonaxa niha bikin, ragihandina Kurdî ne di asta pêwîst de ye. Pêwîst e ragihandin di warê civakê de bi roleke baş rabe.

Asta ragihandina me ber bi jêr ve diçe. Ji ber ku ragihandina Kurdî ewqasî nêzîkî hizb û çanda welatên ji derve ye, nikare li serxwebûnê nêzîk bibe.”

 

ROJNEWS / SILÊMANÎ