
Endamê Heyeta Îmraliyê ya HDP’ê Îdrîs Balûken destnîşan kir, ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi çalakiyên gel dikare bê rakirin.Balûken bal kişand ser bêdengiya hêzên navneteweyî ya li hemberî vê tecrîdê û diyar kir, ev bêdeng ji ber têkiliyên berjewendiyan û hesabên siyasî yên li ser herêmê ne. Balûken got, “Em dibînin saziyên weke CPT û Rêxistina Efûyê, ji pîvanan bêhtir li gorî berjewendiyên dewletan dikevin nava helwesteke siyasî” û anî ziman, ew dixwazin bi van saziyan re hevdîtinê bikin. Balûken got, “Komîsyona me ya têkiliyên derve serlêdan kir. Ez bawerim wê di demeke nêz de ev hevdîtin were kirin. Me ji mûxatabên xwe re ragihand, ku heta dawiya vê hefteyê dixwazin hevdîtinê bikin.”
Balûken bibîr xist, ku di dema hewldana darbeyê de Serokkomar, Serokwezîr, Serokê Fermandariya Giştî û Wezîrên Hikûmetê nekarîne ewlekariya xwe bi têrkerî misoger bikin û destnîşan kir, ku ew ji daxuyaniyên hikûmetê bawer nakin.
Hevdîtina bi Wezîrê Edaletê re
Balûken da zanîn, divê derhal destûr bê dayîn malbat, parêzer an jî heyeteke serbixwe bi Ocalan re hevdîtinê bikin û der barê hevdîtina dawî ya di vî warî de bi hikûmetê re kirî, ev agahî da: “Herî dawî me roja Pêncşemê bi Wezîrê Edaletê re hevdîtin kir. Me ji wan pirsîn, bê çima ev dema biryardayînê dirêj dibe, fikarên li ser rewşa Birêz Ocalan dişopînin yan na û wê bersivekê bidin raya giştî yan na. Ji me re got, ew ê di nava du rojan de bi Serokkomar û Serokwezîr re baxive û piştre li me vegere. Lê belê ev çend roj in em nizanin bê bi hev şêwirîne yan na. Em nizanin bê bersiva wan çi ye“
Hişyariya ‘plana kaosê’
Îdrîs Balûken hişyarî da, ku pêkane hikûmetê plan kiribe bi kûrkirina tecrîda li Îmraliyê re kaosê mezin bike û got, “Em li ser difikirin; gelo hikûmet li ser mercên birêz Ocalan û fikarên gelê me, plana kaosê dike yan na. Eger na kaos bûya, ev hevdîtin wê zûdeyî hatibûya kirinHelwesteke ku niyeta xwe nebaş e, li holê heye.”
‘Gel wê tecrîdê ji holê rake’
Balûken da xuyakirin, ku tecrîd bi çalakiyên gel dikare ji holê were rakirin û bibîr xist, ku di dema beriya niha de bi berxwedana ji girtîgehan heta kolanan re, tecrîd hatibû şidandin û ‘pêvajoya çareseriyê’ hatibû destpêkirin.
Balûken da zanîn, li pêşberî wan rewşeke bi heman rengî heye û destnîşan kir, ku li şûna hêvîkirina ji dewlet û hikûmetê, eger gel û hêzên demokratîk dest bi pêngaveke siyasî ya xurt bikin, wê karibin tecrîdê rakin.
Balûken herî dawî got, “Divê ji Enqereyê heta Amedê, ji Enqereyê heta Îmraliyê rêyên çareseriyê werin avakirin.“