
Li bajarê Başûrê Kurdistanê Silêmanî konferansa "Bi nêrînên Abdullah Ocalan, aştî û aramiya li Rojhilata Navîn" ku wê 3 rojan dewam bike, doh dest pê kir. Di konferansê de ku bi beşdariya kesayetên ji Kurdistan, Tirkiye, welatên cuda yên Rojhilata Navîn, Ewropa, Amerîka û parzemîna Afrîkayê hatî lidarxistin, ji dewleta Tirk hat xwestin, li ser rewşa Ocalan daxuyaniyeke zelal bide.
Akademiya Siyaset û Ramanê Demokratîk, li Silêmaniyeyê bi sernavê "Bi nerînên Abdullah Ocalan, aştî û aramiya li Rojhilata Navîn" konferansek lidar xist.
Rêveberên siyasî, nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl û pisporên siyasetê, di çarçoveya nêrînên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de li ser rêyên çareseriyê axivîn.
'Di salvegera şoreşê de dest pê kir'
Axaftina destpêkê ya konferansê ji aliyê Serokê Akademiya Siyaset û Ramanê Demokratîk Dr. Faîk Gulpî ve hat kirin. Gulpî da xuyakirin, ku konferans nîşaneyek dilsoziya bi Ocalan re ye û da zanîn, ku ji ber konferans di salvegera şoreşa 19'ê Tîrmehê de pêk tê, di heman demê de tê wateya destekkirina Şoreşa Rojava.
Dr. Faîk Gulpî diyar kir, weke akademîsyen ew gelekî sûdê ji teoriyên Ocalan digirin û got, "Bi dîtina me, nêrînên Ocalan der barê krîza li Rojhilata Navîn rêyên çareseriyê pêşkêş dikin."
'Em ê zîndanan bikin qadên azadiyê'
Piştre endamê Polîtburo ya YNK'ê Mele Bextiyar peyivî û işaret bi girîngiya Silêmaniyeyê ji bo rewşenbîrên Kurd kir û got, "Silêmaniye paytexta destpêkê ya rewşênbîrên Kurd e."
Dûre Bextiyar hewldana darbeyê ya li Tirkiyeyê şermezar kir û got, "Ev hewldana darbeyê ya binketî, bû sedem ku rejîma Erdogan bêhtir xurt bibe."
Der barê krîza li Sûriyeyê de Bextiyar bal kişand ser neçareseriya li civînên li Cenevreyê û got, "Êdî nabe bi vî rengî dewam bike. Hevkariya DYA bi Tirkiyeyê re nayê wê wateyê ku em bêçare ne. Hin welatên DYA bi wan re dixebitî, hilweşiyan."
Bextiyar li ser rewşa Ocalan jî got, "Ev konferans li ser bingeha nêrînên Birêz Ocalan tê lidarxistin. Ew bi xwe li zîndanê tê ragirtin. Ji bo dîktatoran rehetî heye, lê ji bo azadîxwazan zîndan. Em ê zîndanan bikin qadên azadiyê. Cîhan tev hewldanên Ocalan dibîne."
'Bi zelalî bersiva pirsan bidin'
Hevberdevkê HDK'ê û Parlamenterê HDP'ê Ertûgrûl Kurkçu, Hevserokê KCD'ê Hatîp Dîcle û ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Rêzan Sarica weke qiseker piştperdeya komploya navneteweyî ya li hemberî Ocalan nirxandin.
Kurkçu ku di heman demê de moderatorê panelê ye, hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmehê nrixand û işaret bi rewşa Ocalan a li Îmraliyê kir.
Kurkçu bang li rayedarên Tirk kir û got, "Yek ji daxwazên herî girîng ên li Tirkiyeyê ew e, ku rayedar li ser tenduristî û jiyana Ocalan daxuyaniyekê bide."
Kurkçu da xuyakirin, ku bi mîlyonan mirov li benda bersiva vê pirsê ne û ji hikûmeta Tirk xwest, bi zelalî bersiva vê pirsê bidin.
Piştre Hatîp Dîcle mafê axaftinê wergirt û bi zaravayê Kurmancî yê Kurdî axivî. Dîcle ji Yekemîn Şerê Cîhanê destpê kir û derketina pirsgirêka Kurd vegot.
Sîstema Îmraliyê hat nirxandin
Di panela duyemîn a konferansê de, ku sîstema Îmraliyê hat nirxandin Alîkara Hevserokên HDP'ê Aysel Tûglûk jê re moderatorî kir de, parêzerê Nelson Mandela ji Însiyatîfa Lihevkirin û Aştiyê ya Navneteweyî Essa Moosa û ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Rêzan Sarica axivîn.
Alîkara Hevserokên HDP'ê Tûglûk diyar kir, ku ew vê konferansê gelekî girîng dibînin û got, "Ji roja dîlgirtina Ocalan û vir ve li Îmraliyê sîstemeke êşkenceyê û pêkanînên taybetê yên ji bo şikandina vînê tên meşandin."
'Divê sîstema Îmralî bê rakirin'
Tûglûk got, "Êdî ne ku sîstema Îmraliyê bê sererastkirin divê bi temamî ji holê bê rakirin û pêşî li azadiya Birêz Ocalan were vekirin. Ev yek erka exlaqî û wijdanî ye."
Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Rêzan Sarica jî qala Sîstema Îmraliyê kir. Sarica diyar kir, Ocalan di nava vê dema dirêj a li Îmraliyê de, ji bo çareseriya demokratîk ketiye nava 'hewldanên pîroz'.
'Jji tecrîda Mandela girantir e'
Piştî Sarica parêzerê Nelson Mandela ji Însiyatîfa Lihevkirin û Aştiyê ya Navneteweyî Essa Moosa axivî.
Moosa got, "Di navbera têkoşîna Nelson Mandela û ya Abdullah Ocalan de gelek aliyê balkêş ên dişibin hev hene." Moosa destnîşan kir, ku rewşa heyî ya Ocalan di nav de tê ragirtin, ji tecrîda Mandela girantir e û bibîr xist, ku Mandela bi giranî li gel girtiyên din ên siyasî dihat girtin.
Her wiha Moosa der barê hevdîtîna ku çendek berê li Strasbourgê bi rayederên CPT re pêk anîbûn de jî agahî da û wiha peyivî:" Me bi CPT re jî hevdîtin kir ku biçin Îmraliyê ji bo ku agahiyan ji rewşa Ocalan bigire. Tecrîd binpêkirina mafê mirovane. Li ser daxwaza me CPT çûne Îmraliyê û em li benda rapora wan in ku rewşa Îmraliyê çawane."
SILÊMANÎ