Nivîskar û helbestvan Mihdiya Selîm anî ziman ku felsefeya Ocalan ji bo pirsgirêkên Rojhilata Navîn çareya herî guncaw e û banga serhildanan li hember kiryarên Erdogan li gelên herêmê kir.
Nivîskar û helbestvana Kurd Mihdiya Selîm li ser kiryarên dewleta Tirk ên li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan axivî. Selîm anî ziman ku armanca dewleta Tirk ji berê ve ew e ku gelê Kurd li hemberî daxwaza mafên xwe yên rewa bêdeng bike. Her wiha gelê Kurd ê li ser rêbaza ramanên Ocalan têdikoşe, qirbike.
Selîm anî ziman ku rêbaza Ocalan a pêkanîna demokrasiyê, ji pirsgirêkên Rojhilata Navîn re çareseriya herî guncaw e û got, “Felsefeya Ocalan rê li ber derketina ziyanên ku di çarçoveya jiyana demokratîk û azad de pêk tên, digire.”
Mihdiye dest nîşan kir ku divê rêxistinên hiqûqî ji bo rewşa Ocalan tevbigerin û got, “Di demên dawî de, hate ragihandin ku rewşa tenduristiya Ocalan ne baş e, dibe ku bijîşk jî wî nabînin, ev jî nîşan dide ku girîngiyê nadin tenduristiya wî û pêdiviyên pêwîst ên tenduristiyê pêk naynin da rewşa Rêber Ocalan baş bibe.”
Bêdengiya Navnetewî nîşana hevkariya bi Tirkiyê re ye
Selîm îşaret bi bêdengiya navneteweyî kir û got, “Bêdengiya van rêxistinan li hemberî rewşa Ocalan îsbat dike ku ew bi dewleta Tirk re hevkar in û piştgiriyê didin nêzîkatiyên wê yên ne rewa. Ew dizanin Ocalan kesayetekî siyasî ye, divê hikûmeta Erdogan li ser kiryarên were hişyarkirin da ku ziyan negihe tenduristiya Ocalan.”
Zextê li Tirkiyê bikin
Selîm, di dawiya axaftina xwe de bang li gelên demokrasîxwaz kir ku li dijî hewildanên Erdogan rabin ser piyan û got, “Erdogan bi van nêzîkatiyên xwe hewl dide herêmê ber bi şer û karesateke mezin ve bibe, bi êrîşên xwe yên li ser herêmên Kurdan dixwaze nefesa gelê Kurd biçikîne. Li aliyekî din ku destekê dide çeteyan, ji Kurdan zêdetir dixwaze dengê gelên azadîxwaz biçikîne. Li hember van nêzîkatiyan divê çalakî û serhildan bêne lidarxistin û zext li Tirkiyeyê bê kirin û Ocalan bête azadkirin.”
HOGIR NECAR/ANHA/NAVENDA NÛÇEYAN