Di derbarê profîla xwendekarên kurdî de ji bo ku mirov bikaribe çend gotinan bike, lazim e ku mirov pêşî çavekê li rewşa wêjeya kurdî bigerîne. Dema mirov dibêje wêjeya kurdî jî mirov dikare wêjeyê di bin du serenavên esasî de bigire dest; da ku mirov bikare merama dilê xwe baştir vebêje. Li ser vê esasê wêjeya kurdî wekî wêjeya klasîk û wêjeya modern mirov dikare dabeş bike. Ji wêjeya klasîk jî merama me ew e ku ev cure ji medreseyan dest pê kiriye. Bi rêya şêx, mela û feqiyan pêş ketiye. Di vê cureyê de jî herî zêde şêweya vegotina helbestî derketiye pêş. Serpêhatî, dîrok, şer, evîn, welat, erdnîgarî û hwd. wekî mijarên esasî yên vê cureyê derdikevin pêşberî me. 

Cureya din a ku em dikarin navê wêjeya modern lê bikin jî wekî devê kêrî ji wêjeya klasîk ne dûr û qetandiye, bîlakîs heta demekê di zikhev de bûye. Dema em didin dû şopa wêjeya modern, em lazim e ku berê xwe bidin kurdên kafkasyayê. Bi Şoreşa Cotmehê re li Yekîtiya Sowyetan berhemên kurdî-kurmancî yên bi şêwazeke nû derdikevin pêşberî me. Ev cure bi şêweya nivîsa pexşanî propagandayeke berbiçav a sosyalîzma reel dike ku wê demê zêde di bin bandora wêjeya rûsî de maye. Di sala 1932’yan de ji aliyê Celadet Elî Bedirxan Kovara Hawarê tê çapkirin, di vê kovarê de jî wekî kum e li jorê jî gotî wêjeya klasîk û modern di zikhev de ne. 

Helbet rewşa ji aliyê çar dewletan dagirker ve parçekirin û li hevdabeşkirina Kurdistanê di navbera parçeyan de kûrbûna sînoran, çawa ku civakê ji hev dûr xist wêjeya civaka kurd jî ji hev re biyanî kir. Her wekî ku tê zanîn netewe dewletên li cîhanê û helbet netewe dewletên ku Kurdistanê li hev dabeş kirine bi awayekî tîpîk pergala perwerdeya giştî li ser zimanekî fermî û homojenkirî pêş dixin. Ev rewş li Kurdistana parçekirî bi xwe re qedexeyên li ser ziman anî. Kurd ji ber vê rewşa xwe ne bi tenê ji pergaleke perwerdeyeke giştî û yekgirtî, di heman demê de ji zimanekî yekgirtî jî bêpar man. Ji ber zimanekî yekgirtî pêş neket, ev yek bi xwe re wêjeyeke ji hev de ketî û parçeparçebûyî derxist holê. Kurd di serdema netewe dewletan de ku em hê jî di nav vê serdemê de ne bi sê alfabeyan; latînî, erebî û krîlî bermen dinivîsin. 

Ev rewşa ji hevparçebûyî di serdema wêjeya klasîk de zêde dernakeve pêşberî me. Ji ber ku di wê serdemê de zimanê di wêjeyê de serdest erebî ye heke ku bi kurdî be jî (Ehmedê Xanî) bi tîpên erebî ye û bikirên wê wêjeyê jî wekî ku me li jorê jî anî ziman şêx, mele û feqî ne. Di nav civakê de jî beşên ji helbestan bi rêya jiberkirinê tê belavkirin. Lê di vê serdemê de ku em dikarin jê re bibêjin serdema netewe dewletan ji ber nebûna pergaleke giştî ya perwerdeya yekgirtî, ji ber bikaranîna alfabeyên cihê ji bo kurmancî û kirmanckî alfabeya latînî ji bo zaravayên din bikaranîna alfabeya erebî dike ku wêjeyeke yekgirtî ya kurdî dernekeve pêş û bandor li hev neke.

Ev rewş her çend ku îro roj bi rêya hin weşanxaneyên xemxur ên kurdî bi tîpguhêziyê û adaptekirinê tê hewldan ku were derbaskirin jî sed mixabin di navbera parçeyên Kurdistanê de danûstandineke ji wêjeya hev pêş neketiye. Ev yek bandor li ser profîla xwendekarên kurdî jî dike. Heta berî demekê ku ev dem heta 10 salên dawî jî bi vî rengî bû. Xwendekarên kurdî bes ji wêjeya parçeyê xwe haydar bûn. Li Başûr piştî Şerê Kendavê yê di sala 1991’an de ji ber ku perwerde li ser pergaleke hevgirtî hat amadekirin û pêşxistin rewş di warê ziman de ber bi enîbûnê ve diçe lê ji ber ku alfabeya erebî tê bikaranîn, bandora xwe di nav sînorên xwe de dihêle. Li Rojava û Bakurê welat ji ber rejîmên qedexekar, înkarger û polîtîkayên qirkirina çandî pişaftina hat kûrkirin. Wêjeya Bakur û Rojava ji ber vê rejîma qirker li sirgûniyê pêş ket û di bin destan de veşarî belav bû. Heta destpêka salên mîlenyumên ango 2000’î jî rewş bi vî rengî meşiya. 

Li Rojhilatê Kurdistanê jî heman rewşa kambax heta niha jî berdewam dike û rejîma molayan hewl dide ku kurdî wekî şaxekî tehrîfbûyî yê farisî li ser civaka kurd ferz bike. Dema ku mirov van daneyan bi tevahî li bin hev rêz dike, wêjeya kurdî wekî kirûyeke patolojîk derdikeve pêşberî me. Mijarên sereke yên wêjeyê jî dibe têkoşîna li hemberî desthilatdariyê, evîna ji bo welat û hesreta ji bo azadiyê. Lê ev wêje ji aliyê zilam ve tê pêşxistin û karakterên sereke zilam in zêde pîtoresk in, jin ya evîndara zilam yan jî fîgurên ku metnê rengîn bikin derdikevin pêşberî me. Li aliyê din berhemên derdikevin pêş jî bi etîk, estetîk û epîstemolojik ve xîtabî parçeyê ku lê hatiye nivîsandin dike. 

Wêjevan ên parçeyan zêde hay ji hev tune ne, ji ber vê yekê bala wan li ser pêşketinên wêjeya netewe dewlata ku li ser parçeya wan serweriyê dike ye. Pêşketinên di warê wêjeya tirkî de bandora xwe li ser wêjeya Bakur, pêşketinên (îro roj ji ber şer û pevçûnan zêde ne derbasdar be jî) di wêjeya erebî de bandora xwe li ser Başûr û Rojava (Rojava piştî Şoreşa 19’ê Tîrmehê nû nû xwe iji nîrê rejîma Baas û hewisînên wê rizgar dike) dike. Pêşketinên di wêjeya farisî de jî bandora xwe li ser wêjeya Rojhilat dike.

Ligel van hemû neyîniyan jî di warê parastin û pêşdebirina ziman ango zaravayê de wêjeya kurdî xwedî rol û risteke jiyanî ye. Li Bakurê Kurdistanê bi saya serbestiyên ku bi têkoşîna Tevgera Azadiyê re derketin holê. Di hejmara weşanxaneyên ku pirtûkên kurdî çap dikin de zêdebûneke ber biçav tê dîtin. Helbet ev yek bi awayekî otomatîk bandora xwe li ser çapkirina pirtûkên kurdî jî dike. Berî salên 2000’î sal salewext li Tirkiye û Kurdistanê (ku li vir em behsa salên piştî 95’an dikin) pirtûkên kurdî-kurmancî encax biqasî tiliyên destekî dihatin çapkirin û bi veşarî dihatin belavkirin. 

Îro roj bi roj zêdebûna weşanxaneyên kurdî, bi zêdebûna hejmara xwendekaran re xwendina kurdî jî pêş dikeve lê dema mirov li gorî asta cîhanî bigire dest rewş gelek xerab e. Belê rast e pirtûkên kurdî-kurmancî zêde tên çapkirin lê belê di her çapê de encax û herî zêde ji bo her pirtûkê weşanxane 1000-2000 heb çap dike ku ev jî hema wisa piştî ku derdikeve nayê firotin. 

Di warê xwendina van pirtûkan jî bi vebûna kursên kurdî û disa bi saya rojnameya Azadiya Welat û kovarên kurdî, ev ziman ji her demê zêdetir li ber çavan e û her ku diçe jî bikirên vî zimanî zêdetir dibin. Ehmedê Xanî yê nebir di destpêka şahesera xwe Mem û Zîn de dibêje “Belê çi bikim kesad e bazar / Nîn e ji qumaşê re xerîdar”

Qumaşê ku Xaniyê nemir behsa wî dike zimanê kurdî bi xwe ye lê berî 350-400 salan sed mixabin ku xerîdar ango bikirên wî qumaşî zêde tune bûne. Lê belê îro roj bi saya Têkoşîna Tevgera Azadiyê buhayê wî qumaşî zêdetir hatiye fêmkirin û bikir jî çi li welat û çi jî li derveyî welat zêdetir bûne.