Li Amedê, piştî ku derket holê ku li ser çiyayê Kirlarê yê li kêleka Baxçeyên Hewselê, navendeke kongre û pêşengehê ya ji bo 5 hezar kesan bê avakirin, nerazîbûn jî zêde bûn. Xwediyê parseleke li wê deverê ji bo li vir komplekseke di hundirê wê de navenda kongre û pêşengehê, ya bi xwaringeh û otopark, çêke miracaet kir li Wezarata Çand û Turîzmê. Odeya Avahîsazan, hawîrdor parêz û welatiyên li bajêr nerazîbûnê nîşanê vê yekê didin.


Li dijî gel em ti gavan naavêjin

Şaredariya Surê jî ji ber ku berpisyarê avahîsaziyê ye li deverê, dibe hedefa van nerazîbûnan. Hevşaredarê Surê Seyît Narîn, piştrast kir ku di plana avahîsaziyê ya heyî de li heremê destûra avakirina kongre û pêşengehê heye, lê da zanîn ku hêj der barê projeyê de ti miracaet li wan nehatine kirin. Narîn derbarê mijarê de wiha peyivî: "em ê piştgiriyê bidin her cure xebatên ku tevkariyê dide paşeroja bajêr. Lê em ti carê piştgiriyê nadin projeyên li dijî berjewendiyên gel."
Narîn got, "eger miracaet were kirin, em dê bi hevkarên bajêr re bên cem hev û biryara xwe bidin. Em wekî Şaredariya Surê di vî warî de bi tena serê xwe biryarê nadin. Li dijî gel em ti gavan navêjin. Bila dilê gelê me rehet be. Ev dever di plana avahîsaziyê de, di nava plana devera turîzmê de cihê xwe digire. Em destûrê nadin xebatên li dijî berjewendiyên gelê xwe." Narîn, her wiha destnîşan kir ku di vî warî de ji bo ku li wê derê avahî bên çêkirin ew ti carê guhertinê li ser plana avahîsaziyê nakin.
Narîn, diyar kir ku şandeke ji Saziya Perwerde, Zanîst û Çandê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) li heremê lêkolînek kiriye û îdîa kir ku şandê avahiyên li ser çiyayê Kirklarê hatine çêkirin asayî dîtiye.


Avahîsazî dewam dike
Dîsa jî endamên meclîsa şaredariyê ya bajêr weke hevşaredar nafikirin. Li gorî plana îmarê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ya têkildarî herêma çiyayê Kirklarê, divê bilindahiya avahiyên li wir ji 9.50 metroyî derbas nebin. Lê belê tevî vê jî çêkirina avahiyên bilind didome. Hin avahiyan ji 16 qatan jî bîhtir qat lêkirine. Çav li rê ye ku avahî îsal biqedin.
Bi ruxseta Şaredariya Sûrê ya Amedê çiyayê Kirklarê li avahîsaziyê vebû; gelek saziyên civaka sivîl li hember vê derketin û çalakiyên cur bi cur pêş dixin. Piştî şermezarkirinên van du salan Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ji bo çiyayê Kirklarê plana avahîsaziyê guherî. Li gor biryara Meclîsa Şaredariyê, li herêma çiyayê Kirklarê bilindbûna avahiyan bêhtirî 9.50 metroyan qedexe ye. Tevî vê biryara ku teqabûlî 3 qatan dike hin avahî ji 16 qatan jî bihurîn.


Xeter e ji bo pêvajoya UNESCO´yê
Meclîsa Şaredariyê ya li dû nivîsa 15'ê Tebaxa 2013'an civiya û sînor danî pêşiya çêkirina avahiyan li çiyayê Kirklarê.
Meclîsê biryar da ku çêkirina avahiyan li çiyayê Kirklarê û li derdora Pira Dehderî ya li ser çemê Dîcleyê wê bandorê li pêvajoya UNESCO bike û sînor danî ku avahiyên li herêmê 3 qatan derbas nekin.
Di biryara Meclîsê de hat destnîşankirin ku di demeke miracaeta pêşî ya ji bo Bedenên Amedê û Baxçeyên Hewselê bikeve Lîsteya Mîrateya Çandî ya Cîhanê ya UNESCO de, vekirina vê herêmê li çêkirina avahiyên bilind, dikare bibe asteng. Tevî ku Meclîsa Şaredariyê der heqê guhertina avakariyê de biryar stendiye jî, ev salek e hînê jî li çiyayê Kirklarê avahiyên nû yîn bilind tîn lêkirin. Ji bo li vir otel, navenda bazarê û navenda kongreyê bê çêkirin, destûr hatiye wergirtin. 

DIHA/AMED