Hikûmeta Swêdê di rapora “Li Cîhanê Mafê Mirovan” a ku di sala par de hate weşandin de Erebîstana Siûdê weke yek ji xirabtirîn dîkdatoran nîşan dabû. Piştî wê raporê li aliyekê çek firotin “wî” dîkdatorî û li aliyê din jî madalya pêve kirin. Komeleya Aşitiyê ya Swêdê mijarê weke skandal bi nav kir û xwest firotina çekan a ji bo Siûdî were rawestandin. Ji aliyeke din ve jî yek ji welatên ku herî zêde çekan difiroşe Tirkiyeyê Swêd e.
Li gorî nûçeya rojnemavanê Kurd Beşîr Kavak, a di Radyoya Dengê Swêdê de, di sala 2011ê de Swêdê nêzîkê 14 milyar kron çek firotine welatên din, gelek ji welatên ku çekên Swêdê kirîne welatên dîktator û antîdemokratîk yên Rojhilata Navîn in.
Rêveberê Giştî yê Rêxistina Çavdêrîya Malên Stratejîk - ISP Andreas Ekman Duse derbarê firotina welatên dîktator de wiha diaxive; “Her welat, di nav wan de Erebistana Siûdî û Mîrnişînên Yekgirtî yên Ereb jî berpisîyarîya wan heye ku kontrola xaka xwe bikin. Di ber peravên wan re xetên bazirganî yên girîng derbas dibin û loma divê keleş û terorîst nikaribin vê çûn û hatinê rawestînin.”
Rêvebirê Giştî yê Rêxistina Çavdêrîya Malê Stratejîk (ISP) Andreas Ekman Duse, firotina çek û sîlehên ji bo hin dewletên dîktator û antîdemokratîk bi van gotinan şîrove dike; “Di sala 2011ê de ji %69ê çekên Swêdê ji aliyê dewletên derveyî YE ve hatine kirîn. Sala 2010ê ev rêje ji %29 bû.
Piranîya çek û sîlehan ji alîyê deh welatan ve hatine kirin. Di serî de jî Tayland, Erebistana Siûdî, Hindistan, Pakîstan û Mîrnişînên Yekgirtî yên Ereb tên.”

Swêdî li dij firotina çeka ne 
Komeleya Swêdê ya Aştî û Dabeşker (Svenska Freds- oç Skiljedomsföreningen) nerazîbûna xwe li hember firotina zêde ya çekan diyar dike. Seroka Komeleyê Anna Ek dibêje; “ Xuya ye hem biryara Parlemena Swêdê hem jî daxwaza gelê Swêdê hatîye paşguhkirin. Me ji raya giştî pirsî bê gelê Swêdê çi dibêje. Ji %90 naxwazin Swêd çekan bifiroşe welatên ku mafên mirovan bin pê dikin.

Çekan difiroşe Tirkiyeyê 
Yek ji wan welatên ku bi taybetî piştî sala 2000an çekan ji Swêdê dikire Tirkiye ye. Sala par Tirkeyê bi giştî bi 4 milyon kron çek ji Swêdê kirîne. Salek beriya wê Tirkiyeyê bi milyonek kron çek ji Swêdê kirîbûn, ango firotina çekan ya ji bo Tirkiyeyê jî par çar qet bûye.
Nûnerê Komîteya Mafê Mirovan a Swêdî ji bo Tirkiyeyê Îsa Tûran diyar kir ku firotina çekan dikare wek durûtîya Swêdê bê şîrovekirin û navûdengê Swêdê xerab bike û got; “Ev yek têkiliyên Swêdê teng dike.”

Florta demokrasî û dîktatoriyê 

Hikûmeta Swêdê di rapora “Li Cîhanê Mafê Mirovan” a ku di sala 2010 de hate weşandin de Erebîstana Siûdê weke yek ji xirabtirîn dîkdatoran nîşan dabû. Piştî wê raporê li aliyekê çek firotin “wî” dîkdatorî û li aliyê din jî madalya pêve kirin. Komeleya Aşitiyê ya Swêdê mijarê weke skandal bi nav kir û xwest firotina çekan a ji bo Siûdî were rawestandin.
Hikûmeta Swêdê di rapora “Li Cîhanê Mafê Mirovan” a ku di sala par de hate weşandin de Erebîstana Siûdê weke yek ji xirabtirîn dîkdatoran nîşan dabû. Di raporê de tê gotin ku welat bi yasayên şerîatê tê birêvebirin, rexnekirina Îslamê weke suc tê dîtin, li gorî yasayên şerîetê qamçiyan li mehkûman dixin û cezayê mirinê dide mehkûman. Her wiha bal tê kişandin ku partiyên polîtîk û lidarxistina xwepêşandanan qedexe ye.
Lê dîsa jî yek ji girîngtirîn mitefîkê Swêda ku vê yekê dibêje Erebîstana Siûdî ye. Di cotmeha 2011 de, Qiralê Swêdê Carl Gustav çû serdan Erebîstanê. Carl Gustav ê ku serokatiya “Rêxistina Şopgerên Navnetewî” ya ku 40 milyon endamê wê hene, dike, madalya bi stûyê Qiral Ebdullah ve kir.
Ev helwesta Qiral li rastî nerazîbûnên hat. Hin siyasetmendar Carl Gustav bi rawekirina dîkdator û rûmetkirina wan sucdar kirin. Her wiha rexne kirin ku monarşiya Swêdê rêzê nîşanî mafê mirovan nade. Lê demek derbas bû, sedemê serdana Qiralê Swêdê ya li Erebîstana Siûqî û pêvekirina madalyayê ya dîkdatoriyê aşkere bû.

 ANF/STOCKHOLM