Li navçeya Ranya ya Silêmaniyê bi armanca 1’emîn salvegera komkujiya Roboskiyê û vekirina deriyê sinor yê di navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê xwepêşandan hate li darxistin. Xwepêşandan ji aliyê Tevgera Hemwelatiyên Azad û Yeksan û rêxistinên civaka sivîl ya navçeya Ranya ve pêk hat. Di çalakiyê de tevî nûnerên rêxistinên civaka sivîl, rojnamevan, hunermend, siyasetmedar û girseyeke qelabalix cîh girt.

Xwepêşandan li ber baxçeyê giştî yê navçeyê bi meşekê destpêkir heta ber mizgefta mezin ya navçeyê dewamkir. Piştî ku girseyê gihişt ber mizgefta mezin ya navçeyê, destpêkê helbesta ku ji aliyê Enor Axa ve hatibû amadekirin hate xwendin.

Hate şermezarkirin

Di çalakiyê de daxuyaniya Tevgera Hemwelatiyên Azad û Yeksan, PÇDK’ê û rêxistinên civaka sivîl yên der barê komkujiya Roboskî de hate xwendin. Di peyaman de daxwaz hate kirin ku demek ji ya din zûtir kes û aliyên ku komkujiya Roboskiyê pêk anîne werin eşkere kirin û ceza kirin. Di daxuyaniyan de hate diyar kirin ku, gelê Kurd bi sedan salane di bin dagirkeriya dijminan de dijî û mixabin heta niha nikariye yeketiyê di navbera xwe de çêbike. Ji ber vê yekê jî dagirkerên Kurdistanê bi alikariya hêzên navnetewî bi şêwazên hovane, kuştin, îşkence, tecrîd, komkujî û tiştê ku ji dest hatiye ji bo tunekirin û lewaz xistina vîna gelê Kurd bikaraniye. Mînaka vê ya herî li ber çav û nêzîk Komkujiya Roboskiyê ye dewleta tirk bi balafirên xwe yên leşkerî 34 welatiyên sivîl yên Kurd qetil kirin.

Banga vekirina deriyê sînor

Di çalakiyê de her weha ji bo ambargoya li ser Rojava were rakirin jî bang hate kirin. Di daxuyaniyan de rêxistinan ji ber venekirina deriyê sînor yê Rojava, Hikumeta Başûrê Kurdistanê û bi taybet Partiya Demokrat a Kurdistanê PDK hate şermezar kirin. Beşdarên çalakiyê daxwaz kirin ku deriyê sînor demek ji ya din zûtir were vekirin. Di daxuyaniyan de wiha hate gotin: “Dema ku rejîma BAAS´ê ya Iraqê êrîş bir ser gelê Başûrê Kurdistanê, hemû ji neçariya xwe reviyan çûn parçên din yên Kurdistanê. Birayên me yên kurd yên parçeyên din ên Kurdistanê bi dilgermî nêzîkî me bûn û xwedî li me derketin, lê wisa diyar e ku hinek aliyên Başûrê Kurdistanê di nava xweşiyê de ne û ew roj ji bîra wan çûne.”
Paşê 34 şitlên daran weke nîşaneya şehîdên Roboskiyê belavî gel kirin û xwepêşandan bi slogana ‘Şehîd namirin" "Bijî Yeketiya gelê kurd’ bi dawî bû.

Peşengeha fotografên Roboskî

Ji aliyê din ve ji bo protestokirina komkujiya Roboskî û bîranîna qurbanên komkujiyê li Ranyayê pêşengeha fotografan hate vekirin. Di pêşengehê de fotografên hunermend Mehmet Masum Suer yên der barê Roboskiyê de hatin nîşandan. Peşengeh aleqeyeke mezin dît û wê li navçeyê 3 rojan vekirî bimîne.  

 ANF/RANYA