Di rojên wiha aloz û tevlihev de analîzkirina rewşa siyasî ne karekî hêsan e. Lê dîsa ez dixwazim di vê gotarê de der barê rewşa Rojhilata Navîn çend tiştan bibêjim. Îro roj nakokiyên li Rojhilata Navîn ji mêj ve ketine qonaxa şer û lêkdanan. Qada ku lê şer û pevçûn pêk tê qadeke berfireh e. Gelek hêz di nav van pevçûnan de cih digirin, gelek jî piştevanî û alîgiriya hêzên di nav şer de dikin. Her ku mudaxilên şer û pevçûnan zêde dibin, rewş aloztir dibe.
Bala xwe bidin raperînên li welatên ereban. Li holê du hêzên sereke hene; hêzên statûkoparêz ên herêmî û hêzên global ên sermayedar. Hêzên navneteweyî dixwazin li gorî berjewendiyên xwe teşeyê herêmê. Dîktatorên ku bi salan bi piştevaniya hêzên global li ser piyan mabûn, îro li pey hev têk diçin. Di raperînan de kom û rêxistinên cur bi cur cihê xwe digirin, lê piştî têkçûna rejîmên dîktatoryal, hêzên bi reng û dirûvê xwe nû lê bi zîhniyeta kevnare têne ser kar. Ew hêz dê çendî hêvî û daxwazên gelan li ber çavan bigirin ne diyar e. Piştî raperînan rêveberiya nû nakokî û aloziyê ji holê ranakin, alozî û nakokî berdewam dikin. Ev raperîn rê li ber şer û pevçûnên nû xweş dikin.
Binêrin li Iraq û Afganîstanê ligel ew qas şer û pevçûnan jî pirsgirêk çareser nebûne, hêzên global daxwazên xwe jî bi cih neanîne. Bo nimûne li Iraqê bi tenê desthilatî ji destê erebên sunî derket, kete destê erebên şîa, li Sûriyeyê hêzên global drixwazin desthilatiyê ji erebên nusayrî bistînin û bidin Birayên Misilman û selefiyan. Ev guherîn bi tenê nav û rûçikê desthilatdaran diguherîne, di jiyan û çarenûsa gelan de zêde guherînê pêk nayne.
Li hemberî vî şerê desthilatiyê hêzên azadîxwaz dê çi bikin, çawa tevbigerin? Her du bereyên şer dixwazin gelan bixapînin û bi aliyê xwe de bikişînin. Bi taybetî jî hêzên gerdûnî yên sermayedar "ala azadî û demokrasiyê" dihejînin. Li gorî propagandaya wan, ew dixwazin dawî li rejîmên dîktatoryal bînin û welatekî demokratîk bidin avakirin. Ev hêzên sermayeya gerdûnî hemû hêzên ku li nik wan cih nagirin wekî alîgir û hevalbendên dîktatoran nîşan didin.
Li hemberî vê yekê hêzên dîktatoryal ên herêmê ji bilî berjewendiyên xwe li tiştekî nafikirin, bi tu awayî rê li ber guherîn û demokrasiyê venakin, her cure têkoşîna li dijî xwe wekî "raperîneke wêranker" dibînin û bi awayekî tund êrîşî kesên guherînxwaz dikin.
Di van mercan de avakirina bereyekî sêyemîn, bereyê azadî û demokrasiyê karekî gelek dijwar e. Lewre nakokiyên olî, qewmî û mezhebî ser gelek tiştan digirin, çavên mirovan kor dikin, kes ber xwe nabîne, li berjewendiyên xwe nafire, bi tengbîniya olî û qewmî li rewşê dinêrin û li gorî wê tevdigerin. Bi van hest û ramanan bi hêsanî dikevin dafikên hêzên serdest, berjewendiyên xwe dikin qurbana hest û ramanên xwe yên tengbîn.
Niha li Rojhilata Navîn rewş wiha ye. Gelê Kurd bi têkoşîn û rêxistina xwe îcar naxwaze bibe leşkerê kesî, îcar dixwaze doza xwe bi ser bixe, pê re jî li herêmê hevgirtineke hêzên azadîxwaz pêk bîne û bereyeke demokratîk ava bike, lê kar pir dijwar e, êrîş pir zêde ne, mixabin wekî hêzeke girseyî û gelêrî tevgera Kurd bi tenê ye, li nik wê tu hêzên ji gelên din xuya nakin.
Ligel van mercên giran jî gelê Kurd li seranserî Kurdistanê di nav xebat û têkoşanê de ye, îcar dixwaze mafên xwe yên rewa bi dest bixe, di vê sedsala 21'ê de azad bibe û azad bijî. Qet nebe îcar naxwaze bibe qurbanî, di şerê serdestan de bibe destik û amûrê destê xelkê. Wisa xuya dike ku dê di vê daxwaza xwe de bi ser jî bikeve.
Raperîn, guherîn û azadî