Bi armanca heşînkirina deverê kampanyaya çandina daran li Raperînê ku wê 7 rojan dewam bike, dest pê kir.
Doh beriya nîvrojê, Beşa Baxçeyan a Rêveberiya Şaredariya Herêma Raperînê bi beşdariya hejmarek berpirsên rêveberiya Reperînê kampanyayeke çandina daran da destpêkirin.
Rêvebera Beşa Baxçeyan a Rêveberiya Giştî a Şaredariya Herêma Raperînê Perjîn Cemal Ehmed tekildarî kampanyayê got, “Kampanyaya me li ber Parka Aştî heta ber Serokatiya Şaredariya Ranya dest pê kiriye û wê hefteyekê dewam bike.”
Perjîn Cemal Ehmed wekî din got: “Ev kampanya wê di sînorê 16 şaredariyên herêma Raperînê de be û dê 950 dar werin çandin.”
ROJNEWS / RAPERÎN