Li Dêralokê 15 kes hatin dadgehkirin. Sûcê wan jî ew bû, li Şêladizê li ber dagirkeriya dewleta Tirk rabibûn. 100 hezar cezayê pere li wan hate birîn. 15 kesên hatin darizandin, li dadgehê jî li pişt helwesta xwe ya di dema raperîna Şêladizê de sekinîn û gotin, “Me tiştekî şaş nekiriye.”
Welatiyên derketin pêşberî dadger ji aliyê 5 parêzeran ve hatin parastin. Li gorî agahiyên parêzer Rêwîng Yasîn; li dadgehê mafê axaftinê û parastinê bi 15 kesan hatiye dayîn û wan jî careke din diyar kiriye ku wan tiştekî şaş nekiriye, li dijî êriş û komkujiyên Tirkiyê nerazîbûn derbirîne.
Li gorî zanyariyên parêzer Rêwîng, dadgeha Dêralokê ji bo her kesekî 100 hezar dînar ceza birriye. Bi vî awayî doza kesên tevlî xwepêşandana Şêladizê bi encam bûye.
23’yê Çile, di encama êrişên balafirên Tirk ên dagirker de li Şêladizê û Hêtûtê 4 welatî şehîd bûbûn. Piştî komkujiyê, destpêkê gel li Dêralokê kom bû û bi daxuyaniyekê nerazîbûn nîşan da. Li ser bêdengiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê, gelê herêmê bi ser qereqola Sîrê ya li Şêladizê de girt. Di xwepêşandanê de zarokek û kesek bi temen di encama êrişa leşkerên Tirk de şehîd bûbûn. Paşê li ser daxwaza Tirkiyê, hikûmeta herêmê zêdeyî 80 xwepêşander destgîr kiribûn. Di encama nerazîbûnên gel de jî neçar ma beşekî serbest berde û beşê din jî bi wekalet serbest berde.
ROJNEWS / DÊRALOK