"Dibe ku ferman ji aliyê Serokatiya Fermandariya Giştî ve hatibe dayîn." Li gorî prosedurê, kesê ku ji bo operasyona derveyê sînor destûrê bide Serokwezîr e, lê ev yek raporê de cih nagire.

Serokê Komîsyona Jêr ya Qilabanê ya Meclisa Tirk Îhsan Şener ji ber ku rapora amade kiribû aşkera nekir hat rexnekirin. Li hemberî rexneyan ji Şener daxuyaniyek kurt hat. Şener wiha got: “Di bûyerê de qestî tuneye şaşî heye. Dibe ku Fermandariya Giştî ferman dabe. Femandariya Giştî hemû belge bi me re parve kir.” Daxuyaniya Şener di derbarê navaroka raporê de agahiyê dide. Li gori agahiyên hatine girtin, di rapora mijara gotinê de, ferman dibe ku ji aliyê Serokatiya Fermandariya Giştî ve hatibe dayîn.


Berpirsê komkujiyê Erdogan e
Her wiha di raporê de îfadeya ‘Rêbaza hiyerarşî ya ku di operasyona derveyê sînor de hatiye bikaranîn, pêk hatiye’ balê dikişîne. Li gorî pr,osedurê, kesê divê ji bo operasyona derveyê sînor destûrê bide Serokwezîr e. Di vê rewşê de berpirsê komkujiyê Serokwezîr Erdogan e. Lê ev yek di raporê de cih nagire.
Di rapora komîsyonê de tê îdiakirin ku di komkujiyê de qestî tune ye, şaşî heye û dîsa kûjer tên veşartin. Di raporê de wiha tê gotin: “Ji ber ku Kurd bûn nehatine kuştin. Ji ber ewlehiya sînor ewlehiya taybet mijara gotinê bû.´

Beşa encamê ya raporê hîn nehatiye nivîsandin. Ji bo vê wê li benda civîna komîsyonê bimînin. Ji bo sedema paşvexistina aşkerakirina raporê jî wiha tê gotin: "Armanc ev bû ku di salvegera Komkujiyê de ji bo hin armacên siyasî neyê bikaranîn."

ENQERE