Hevroportorên Kongreya Rêveberiyên Xwecih û Herêmî yên Konseya Ewrûpayê (KRXHKE) Jakob Wienen û Yoomî Renstrom li Amedê bi wan hevşaredarên HDP’ê re rûniştin, ku bi qeşûman şaredariyên wan hatine dagirkirin.
Li gorî daxuyaniya KRXHKE´yê ya di malpera wê de, serdan di navbeyna 1-3’yê Cotmehê de bûne, û rewşa demokrasiya xwecih û herêmî ya li Tirkiyê hatiye gotûbêjkirin.
Raportor bi Hevşaredariyên Şaredariya Mezin ên Amed, Wan û Mêrdînê Selçûk Mizrakli, Bedîa Ozgokçe Ertan û Ahmet Turk re rûniştin.
Di hevdîtinê de her wiha Hevberdevkên Koma HDP’ê yên Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin ên Amedê Halîme Bayram û Mehmet Akdogan jî hazir bûn. Bi raportoran re jî ji Sekreteryaya Çavdêr a Kongreyê Stephanê Porîel, Serokê Serbixwe yê Koma Pispor a Şertê Xweseriya Rêveberên Xwecih a Ewropayê Angel Mauel Morone Molîna jî hazir bûn.
Di hevdîtinê de hate diyarkirin, pergala hevseroktiyê demokrasiyê geş dike, yek ji rêgezên sereke yên siyasetê ye ku mirov nikare dev jê biqere.
Hevşaredaran nehedqî û êrişên li dijî siyaseta Kurd jkî weke dosya dan şandeyê