Tevgera Pênç Stêrkan a di bin pêşengiya namzedê serbixe Beppe Grillo de di hilbijartinên herêmî de ji sedî 10’ê dengan wergirt û tevî li bajarên Verona, Alessandria, Piacenza serkeftinek surprîz bi dest xist.
Partiya azadiyê ya ku nunertiya navenda rastgiran dike ya Serokwezîrê berê Silvio Berlusconi (PDL) li bajarên mezin li rastî wendahiyek mezin a dengan hat û li gelek bajaran ji ji sedî 10 kêmtir deng wergirt.
Yekitiya Bakûr jî tenê li Veronayê bi ser ket û ji sedî 50’yê dengan wergirt. Namzedê Yekitiyê Flavio Tos ili vir bû şaredar. Di tûra yekemîn de li bajarên Cenova û Palermoyê rastgir û çepgir wekhev bûn.
ROMA