Enfal yek ji tevkujî û trajediya herî mezin a rejîma Baas a Sadam Huseyin li dij Kurdan pêk anî. Di operasyonên di bin navê Enfalê de yên 1986-1988'an de hatin meşandin de nêzî 200 hezar Kurd hatin qetilkirin. Li navçeya Çemçemal di operasyona 14'ê Nîsan a 1988'an de bi hezaran mirovê Kurd hatibûn qetilkirin. 

Nivîskar û lêkolînvan Mihemed Deştî ku di mijara Enfalê xwedî xabeteke berfirehe  agahdariyên hûr li ser zerer û ziyanên Enfalê û sedemê Enfalkirina gelê Kurd eşkere kir. Derbarê qebûlnekirina wê karesatê a mîna jenosîd de  Deştî got: “Karekî cidî nehatiye kirin û heta niha piştgiriyeke navneteweyî ji bo Kurdan nîne.” Deştî ragihand ku yekemîn car bombeya kîmyevî Îngîlîztanê li Silêmaniyê li dij Kurdan bikar aniye.   

Nivîskarê pirtûka ‘Enfal ji Germiyan heta Behdînan’ Mihemed Deştî derbarê Enfala li dijî gelê Kurd de ji RojNewsê re axivî. Derbarê mijara Enfalê de wiha got: “Enfal proseyeke lez a ji navbirina gelê Kurd bû. Bi awayekî lezûbez, bi 8 qonaxan dest pê kir. Ji 23'ê Sibatê heta 6’ê Îlona 1988'an dest pê kir. 7 meh û 14 rojan dom kir. Armanca Enfalê jî tunekirina bermahiyên Kurd û jinavbirina wan bû.”   

Mihemed Deştî wiha dirêjî da axaftinên xwe: “Enfal ji aliyê dewleta Iraqê ya xwediyê hêzeke leşkerî ya mezin ve hat encamdayîn. Hemû welatan piştgiriya artêşa Iraqê dikirin. Mînak; Almanya çekên kîmyayî da, Amerîka û hemû welatên Ereb jî piştgiriya wan dikirin.”   


Mîna jenosîd ne hatiye qebûl kirin 

Derbarê Jenosîd nasandina wê tawanê de jî nivîskar Deştî wiha got: “Ji bo weke jenosîd bê nas kirin, tiştekî cidî nehatiye kirin. Hewl hatine dayîn, lê heta niha wekî jenosîd nehatiye nasandin. Enfal, yek ji jenosîda herî mezine di dîroka mirovatiyê de hatî kirin. Divê rojek ji rojan weke jenosîd (qirkirin) bê nasandin. Sedemên vê yekê jî ewin ku hikûmeta Herêma Kurdistanê karekî cidî nekiriye û piştgiriyeke navneteweyî ji bo Kurdan nîne.”    

Deştî ragihand ku divê alîkariya kesên ji Enfalê rizgar bûne bê kirin û got: “Divê alîkariya kesên ji Enfalê rizgar bûne, were kirin. Divê xizmeta wan bê kirin, hê jî birîndar in û ji dil birîndarin. Hinek malbat hene, ji 20-25 kesan; tenê 7-8 kesên wan mane. Heta niha pir bi kêmî alîkariya wan hatiye kirin. Pêwîste hemû nivîskar, rewşenbîr û heta her kes li aliyê xwe xebatê bimeşîne; ji bo ev dosye were nas kirin û di qada navneteweyî de weke Jenosîd bê nas kirin.”   


69 caran çeken kîmyayî bikar anîn

Nivîskar Mihemed Deştî bal kişand ser rêjeya bikaranîna çekên kîmyayî li cîhanê û got: “Ji şerê cîhanê yê yekemîn ve û ligel şerê Vîyetnamê; 77 caran çekên kîmyayî hatine bikaranîn. Ji van 77 caran, 69 caran li Kurdistanê çekên kîmyayî hatine bikaranîn. Ji vê jî 115 navçeyên Kurdistanê pê hatine kîmyabaran kirin. Ji van 115 navçeyan, 250 gund ketine ber vê pêlê û ji bilî Helebce.”   

Mihemed Deştî bal kişand ser kîmyabarana gundekî başûrê Kurdistanê û got: “Tenê li gundê Şêx Westa û beriya komkujiya Helebce, 110 kes di encama kîmyabaranê de hatin kuştin û zêdetirî 200 kes jî birîndar bûn. Destûr nehat dayîn kes li nexweşxaneyê serdana wan bike. Herwiha birîndar û kesên serdana wan jî kirine, piştre hatin windakirin û çarenûsa wan ne diyare.”   


Encam bû koçberî û wêranî 

Lêkolînvan Deştî bal kişand ser detayan û got: “219 hezar malbat penaber bûn û hêjmara wan dike nêzî milyonek û 500 hezar kesî. 2 hezar û 457 mizgeft, hezar û 757 dibistan hilweşiyan. 771 navendên tendirûstiyê hilweşiyan. Ji bilî van, bi dehan cihên îbadetê, cihên ayînî û bermayên dîrokî hatin wêran kirin. Aboriya Herêma Kurdistanê daket jêr sifrê.”   

Nivîskar Mihemed Deştî got ku piraniya gundên başûrê Kurdistanê ketin ber pêla kîmyabaranê û wiha got: “Li başûrê Kurdistanê nêzî 5 hezar gund hene. Li Kerkûk, Silêmanî, Dihok û Hewlêrê tenê 671 gund mabûn û yên din hemû hatin wêran kirin û bi erdê re kiribûn yek. Kurdistan ji welatekî avakirî û bi berhem, vegerandin welatekî hişk û bê berhem. Heta ew navçe kirin navçeyên qedexekirî.”   


Çareserî hevgirtin û yekîtî ye

Nivîskar û lêkolînvanê di warê Enfalê de, di dawiya daxuyaniya xwe de wiha dibêje: “Daxwaza min ji gelê Kurd ew e ku dermanê me yê ku careke din em neyên Enfalkirin û kîmyaraban kirin, hevgirtin e. Ger em hev bigirin, ez bawer nakim em werin Enfalkirin. Lê ger em hev negirin, emê dîsa werin Enfalkirin.” 


 ŞOREŞ MİSTEFA/ROJNEWS/SILÊMANÎ