
Her çiqas Wezareta Karê Hûndir îdîa dike ku derbarê mijarê de ew negihiştine tu agahiyê jî, derkete holê ku cenazeyê Şêx Şemsedîn a ferqînî ku bi Şêx Seîd re hatî darvekirin, li beranberê pereyek mezin bi erêkirina walî re ji cihê Deriyê Çiyê hildan e û li gundê Qamişlo a Navçeya Ferqînî hatiye definkirin.
Mijara Şêx seîd û 46 kesên ku di 1925'an de hatin darvekirin li ku hatiye definkirin, ev 97 sal e wekê sireke dewletê maye. Gelek karmendên ku di înfazê de cih girtine û şahidên ku darvekirinê temaşekirine diyar dikin ku piştî darvekirina Şêx Seîd û hevalên wî li cihê Deriyê Çiyê hatine definkirin jî, lê saziyên fermî yên dewletê derbarê mijarê de heta niha tu daxûyaniyek neda ye. Malbata Şêx Seîd di dema Partiya Demokrat de ji bo cihê gora Şêx Seîd bê diyarkirin serî li gelek saziyan dane, lê serlêdan nehatine qebul kirin. Ya dawî 2 sal berê neviyê Şêx Seîd Diyadîn Firat, ji bo vasiyetnameya ku Şêx Seîd berî bê darvekirin bi midurê girtîgehê dabû nivisandin, hin amûrên taybet bidin malbatê û cihê gora wî bê diyarkirin, serî li Wezareta Karê Hûndir dabû. Wezareta Karê Hûndir bersiva derbarê bûyerê de di arşîvên wan de tu agahî tune ye, da. Qanita herî mezin ku cenazeyên Şêx Seîd û hevalên wî li herêma navbêra Sînemaya Yenîşehîr a li Deriyê Çiyê, Mala Artêşê ya Astsubayan û Lojmanên Leşkerî de ye, di sala 1930'an de malbata Şêx Şemsedîn a bi Şêx Seîd re hate darvekirin cenazeyê wî bi destûra walîtiyê girtine, ye.
'Rastiyên dîrokê îdîayan pûç derdixe'
Her çiqas Wezareta Karê Hûndir îdîa dike ku agahiyên derbarê Şêx Seîd û hevalên wî de di arşîvan de tune ye jî, rastiyên dîrokê van îdîayan pûç derdixe. Derkete holê ku malbata Şêx Şemsedînê Ferqînî ku di nava 46 hevalên Şêx Seîd de hatibû darvekirin, di sala 1930'an de bi destûra walîtiyê ji mewkiya Deriyê Çiyê hildan e. Di encama hewildana xwişka Şêx Şemsedîn, Rûkiye Xanim de, pereyek zêde hatiye dan cenaze wergirtine û li gundê Qamişlo a girêdayê Navçeya Ferqînî hatiye definkirin. Her wiha di sala 1925'an de ji ber bûyera Şêx Seîd, birayê Şêx Şemsedîn Şêx Nûredîn jî di Dadgeha Îstîklalê ya Elezîzê de hatiye darizandin, piştî înfazê cenazeyê wî jî di sala 1930'an de ji hêla malbatê ve hate wergirtin û li heman gundî hatiye definkirin.
Cemîlpaşazade dikeve dewrê
Neviyê Şêx Şemsedîn Adnan Cengîz, diyar kir ku di sala 1928'an de bi derketina efuyekê re mirovên nifuslî yên malbatê ketine dewrê û xwestine cenazeyê bigirin. Cengîz, da zanîn ku di vê mijarî de Rûkiye Xanim hewildanên wê yên mezin çêbûne û derbarê wê demê de ev tişt gotin: "Rûkiye Xanim bûka malbata Hevedanê yên di wê demî de malbata herî bi hêz û dewlemend ê Bismil û Amedê bû. Navbêra malbata Hevedanî û rayedarên dewletê pir xweş bû. Her wiha Malbata Hevedanî û Cemîlpaşazade dibûn xizmên hev. Ev her du malbat jî bandora wan a li ser burokrasiya dewletê mezin bû. Pêşengên her du malbatan li ser rayedarên dewletê û walîtiya Amedê hewildan ser hewildanê pêk tînin. Di dawî de waliyê Amedê bi şertê ku veşartî bimîn e, cenazeyê dide malbatê."
Kupek zêr didin
Cengîz, destnîşan kir ku mezinên malbata wan her tim behs dikirin ku di wê demê de malbata wan bi riya Rûkiye Xanim kupek zêr dane Waliyê Amedê. Cengîz, derbirî ku walî di wê demê de gotiye ku 'cenazeyê bigirin bila ne kes we bibîne û bûyerê ji tu kesî re nebêjin'.
Hezaran kes cenazeyê dibin gund
Cengîz, diyar kir ku di bin çavdêriya peywirdarên dewletê de kûrê Şêx Şemsedîn Şêx Heybetulah û ji malbatê çend kes bi çirayan çûne mewkiya Deriyê Çiyê ku cenazeyê ji binê axê bigirin. Cengîz, da zanîn ku Şêx Heybetulah nerazîbûna xwe li hember peywirdarên dewletê da nîşandan ku ji nava wan cenazeyan rastgele cenazeyek dane wan. Cengîz, destnîşan kir ku lewre ew dem kurê wî bi fikar nêzîk bû. Cengîz, wiha got: "Lê peywirdarên dewlê yên bi kurê wî Şêx Heybetullah re çûbûn, diyar kirine ku di destê wan de lîste heye wan cenazeyê teyît kirine. Li ser vê yekê Şêx Heybetulah ew cenazeyê ku ji binê axê derxistiye ji bo rûyê wî nas bike, cenazeyê vekiriye. Behs dikirin ku rûyê Şêx Şemsedîn hê ne riziya bû. Amediyên ku vê dibihîsin bi tekbîrê têne Qada Deriyê Çiyê. Bi deh hezaran kes bi tekbîran cenazeyê hildan ser milên xwe û heta gundê Qamişlo ya Farqînê meşiyan e. Ev bûyer ji hêla hemû Amediyan ve tê zanîn, bi taybetî jî kesên temenê wan mezin her tim vê bûyerî vedigotin. Me vê bûyerê her tim ger ji bav, ger jî bapîrê xwe dibihîst." Cengîz, destnîşan kir ku cenazeyê birayê Şêx Şemsedîn Şêx Nuredîn jî ku di sala 1925'an de heman rojî ji hêla Dadgeha Îstîklal a Elezîzê ve hatibû înfaz kirin, di sala 1930'an de anîne gundê Qamişlo ya Ferqînê.
Cenazeyên Şêx Şemsedîn û birayê wî Şêx Nuredîn li gund di tirbeya ku aîdê malbatê ye, de definkiriye. Tirbe ji wê rojî û vir her sal ji hêla gelek kesan ve tê ziyaret kirin. Piştî vê bûyerê ferdên malbata Şêx Şemsedîn demek dirêj surgunê bajarên Denîzlî, Kutahya û Uşakê tên kirin.
'Ji dewletê soz digirin'
Adnan Cengîz, agahiya ku dema Şêx Şemsedîn dîl dikeve vê agahiya balkêş jî parve dike û wiha got: "Di esasê xwe de kalê min dema dîl dikeve, malbata Hevedanî û Cemîlpaşazade hewil didin ku wî ji darvekirinê xilas bikin. Her wiha ji dewletê jî soz digirin. Malbat vê ji Şêx Şemsedîn re radigîhîne. Şêx Şemsedîn dibêje 'Min ji şerefa şehadetê mehrum nehêlin' û vê yekê qebûl nake."
'12 wêneyên aîdê Şêx Seîd heyê'
Neviyê Şêx Seîd ê di sala 1925'an de hatî darvekirin, li her derê wêneyên li ser navê wî tên daliqandin, derket holê ku ne aîdê Şêx Seîd e. Ozsoy, da zanîn ku wêneyên aîdê Şêx Seîd ji hêla dewletê ve dema tê dîl girtin, li girtîgehê û dema tê darvekirin hatiye kişandin. Ozsoy, destnîşan kir ku wan 12 heb wêneyên aîdê Şêx Seîd tespît kiriye. Ozsoy, anî ziman ku ew wêneyê ku li her derê tê daliqandin dibêjin yê Şêx Seîde ji hêla wêneçêkerek Kurd ê Surî ve bi reng çêkiriye. Ozsoy, derbirî ku bi rengkirina wêneyê re hinek guheriye. Ozsoy, ev tişt gotin: "Me 12 wêneyên aîdê Şêx Seîd tespît kir. Ji bilî wan wêneyek din a aîdê Şêx Seîd tune ye. Ew wêneyê ku li her derê tê daliqandin jî ne aîdê Şêx Seîd e. Mixabin bê zanebûn herî zêde ew wêne tê bikaranîn. Lê ew wêne aîdê kesekî ku di wê demê de li Ferqînê dijiya ye. Ew wêneya xelet tê bikaranîn, di sala 1970'yan de di pirtûkekê de tê çapkirin û her wiha ji hêla Kovara Ozgurluk Yolu ku di wê demê de derdiket cara yekemîn hatiye bikaranîn.
'Kalê Azîz Yildirim jî tê înfaz kirin'
Di serhildana Şêx Seîd de bûyerek din a balkêş jî ew e ku kalê Serokê Fenerbahçê Azîz Yildirim Şevkî Bey ji hêla leşkeran ve hatiye înfaz kirin. Malbata Şevkî Bey ku li Erganî dijiya û bi eslê xwe Tirkmen bû li heremê malbatek dewlemend dihate nasîn. Dema îsyan destpê dike malbata wî li hemberê dewletê piştgiriyê dide Şêx Seîd. Leşker piştî îsyanê têne gund û ji Şevkî Beg re dibêjin ew dê wî bibin surgunê. Şevkî Beg jî bi leşkeran re dikeve rê. Lê li herêma Qûça Şewkê ku di navbêra Erganî û Kinêrê tê înfaz kirin. Cenazeyê wî jî li cihê tê înfaz kirin tê hiştin.
ERDOGAN ALTAN / DÎHA/AMED