Endamê PKK’ê Latîf Badur 20 sal berê hate girtin û ji ber şert û mercên xerab bi nexweşiyên sîroz, tuberkuloz (verem) û penceşêrê ket. Badur ku 2,5 meh berê ji Girtîgeha Tîpa M a Mîdyatê sewqî Tipa Zaningeha Dicleyê ya Amedê hate kirin, ji ber rewşa wî giran bû ji vir jî sewqî Fakulteya Tipê ya Balcali ya Zanîngeha Çukurovayê kirin. Li gel hemû serlêdanên malbatê û parêzvanên mafên mirovan û rapora doktor Badur serbest nehat berdan û duh li nexeşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Piştî Badur jiyana xwe ji dest da û rapora otopsiyê cenazeyê Babur ji bo bê definkirin şandin navçeya Mîdyatê ya Mêrdînê.
Badur ê 50 salî ku 20 salan girtî ma, ji ber şert û mercên giran bi gelek neşweşiyan ket û doktoran der barê wî de rapora „Ji sedî 90 fonksiyonê jiyanê winda kiriye“ da. Piştî ku Badur rakirin Nexweşxaneya Balcali ya Çukurovayê, ji ber ku nikaribî bi serê xwe pêdiviyên xwe bidîta kurekî wî wekî nobedar li ber wî dima.
Kurê Badûr Ramazan Badur, anî ziman ku bavê wî 20 sal in girtî ye û ji ber şert û mercên giran nexweş ket. Badur, destnîşan kir ku hemû serlêdanên wan bê bersiv man û herî dawî bêyî ku bavê wî serbest bê berdan li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.
DÎHA/EDENE