Hobîl diyar kir, civakên ji hev hatine dûrxistin, nasnameyên wan hatine înkarkirin wê ji nû ve hev nas û fêhm bikin û got: “Li ser bingeha pîvana wekhev û hurmetê wê têkilî bê danîn û civak dewlemend bibe. Çanda demokrasiyê wê bi hişmendiya jiyana bi hev re û felsefeya jiyana hemdem a hemû nasnameyan, xurt bibe. Bi vî awayî wê pêşî li ber Konfederasyona Demokratîk a Rojhilata Navîn vebe. Gelên bindest wê bibin xwedî hêz û amûrên parastinê û vîna rêvebirinê.”

Hobîl destnîşan kir, li pêşberî vê mezinbûn û xurtbûna gelên bindest, wê zîhniyet û rejîmên serdest ên statukoparêz qels bibin û têk biçin.”

Ji bo danasîna sîstemê hewl didin

Hobîl da zanîn, ku ji bo pêşengiyê ji vê pêvajoyê re bikin ew li Sûriye, Tirkiye, Lubnan, Iraq û dîasporayê bi tevgera azadiyê ya Kurd re karekî hevpar dimeşînin û wiha peyivî: “Bi taybetî li Sûriyeyê, bi cihgirtina li nava rêveberiya xweser re, em li hemû eniyan, yanî li qadên leşkerî û siyasî bi hev re gelên xwe diparêzin.”

Lahdo Hobîl da xuyakirin, ku ji bo danasîna Federasyona Bakurê Sûriyeyê ew weke ESU (Yekîtiya Suryaniyên li Ewropayê) di nava hewldanan de ne û bi taybetî di hevdîtinên dîplomatîk de mijarê dixin rojevê.


MAHÎR YILMAZKAYA / KOBANÊ