Komîteya Veguhestinê ya Şaredariya Tebqayê garaja bajêr a ku ev sê sal bûn li çûyîn û hatina deverên ne di bin dagirkeriya DAIŞʹê, hatibû qedexekirin, êdî li çûyîn û hatinê hate vekirin.

Komên çete yên DAIŞʹê bi hinceta ku welatê kafiran e, li welatiyên Tebqayê qedexe dikir ku biçin deverên derveyî dagirkeriya wan. Piştî ku bajar hate rizgakririn, careke din garaj li welatiyan hate vekirin da ku herin pirraniya bajarên Sûriyê. Hin otobusên ku di demên şer de zirar li wan bûbû, neketine xizmeta welatiyan, lê belê otobusên ku li herêmên rizgarkirî bûn, piştî hêzên Ewlekariya hundir ew kontrol kirin, ketin xizmeta welatiyan.


ANHA / TEBQA