Dayîkên Şengalî li dijî êrişên çekdarên Roj yên li ser Xanesorê peyivin. Di 3’yê Adara 2017’an de komek çekdarên bi navê Pêşmergeyên Roj li xwe kiribûn li ser daxwaza Tirkiyê û bi hevkariya PDK’ê êrişî Xanesorê kirin û xwestin herêmên ku şervanên Êzîdxanê ji destê çeteyên DAIŞ’ê derxistine dagir bikin. Xelkê  Şengalê bi pêşengiya jinan xwepêşandaneke girseyî ber bi çeperên ku ji aliyê komên çekdar ve hatibûn dagirkirin lidar xistin û hewildana wan pûçkirin.  Dayîkên ku pêşengiya xwepêşandanê kirin behsa êriş û berxwedana gel kirin.

Yek ji dayîkên ku çek rakir Xoxê Cindo bû.Dayika Xoxê dibêje, “Du sal li ser êrişa qirêj a pêşmergeyên Roj li dijî zarokên me pêkanî re derbas bû. Me her hewlda ku şer û pevçûn çênebe. Tevî ku zarokên me şehîd xistin jî me dîsa ji wan xwest ku aloziyan kur nekin. Armanca wan ew bû ku civaka Êzidî dîsa bixin bin desthilatdariya xwede. Em dizanin ev êriş di encama çi hevkariyan de çêbû. Ji ber vê em wan qebûl nakin. Niha jî têgotin wê pêşmerge li van herêman vegerin, em wan naxwazin. Eger wan Êzidî naskiribin wê venegerin. Em wan naxwazin.”

Hîna jî birîna me taze ye

Jina bi navê Kinê Xidir jî got; “Ew di encama hevkariyeke mezin de hatin. Tevî ku du sal li ser êrişan re derbas bûye jî hîn jî birîna me tazeye. Roja 3’yê Adarê rojeke reşe ji bo me. Lê li hember vê tarîtiyê roja berxwedana jinan e. Em çawa wê rojê li hember pêşmergeyên Roj rawestiyan, em ê ji niha û pêde jî li hemberî her cûreyên êrişan bisekinin.”

 

ROJNEWS / ŞENGAL