YEKO ARDIL - BERLIN


Li paytexta Elmanya Berlînê roja şemiyê di dema ku Kurd û dostên wan li dijî dîktatoriya faşîst a Erdogan di nav çalakiyê de bûn faşîstên Tirk li Kreutzbergê êrîşê dikaneke bi navê Red Stufe kirin û jê xwestin ku nema tîşort û firaxên li ser Kobanî û YPG nivîsandî bifroşe û her wisa divê ew plakatên derbarê Kurdan de jî bi dikana xwe ve neke. Çar kesên bi rûpoş ku tehdîtên giran li xwediyê dikanê kirin, di encamê de plakata li ser: Erdogan bidin sekinandin -Stop Erdogan- nivîsandî qetandin û çûn.

Li ser vê bûyerê Kurdên li Berlînê di bin rêveberiya NAVDEM ê de û rêxistinên antîfaşîst yên Elman pêr saet di 19.00 an de li navenda Kottbuser Tor ê kom bûn. Di nav komê de ku gelek Elman, Tirk û kesayetên cihê jî hebûn dûre ber bi kolana dikana Red Stufe lê ye ve meşiyan. Di meşa ku bi qasî 5 Km dewam kir de bênavber dirûşmên wek: “Qatil û diz Erdogan”, “Em antîfaşîst li vir in ka hûn li ku ne”, “Tevahiya dagirkeran ji Kurdistanê bicehnimin”, “Bijî Serok Apo, Lêxe gerîla Lêxe Kurdistanê ava ke”, PKK gel e gel li vir e, Li dijî faşîzmê mil bi mil hatin avêtin. Di dema meşê de jî cih bi cih provakasyon û destdirêjiyên faşîstan pêkhatin lê ev êrîş ji aliyê girseyê ve serkeftî vala hat derxistin.

Nerazîbûn nîşan dan

Herwisa nêrîn û bertekên kesên ku beşdarê çalakiya li dijî faşîzma Tirk bûyîn wiha ne

Rose Sky: “Em wek antî faşîstên Elman li dijî van Tirkên faşîst heta dawiyê di nav çalakiyan de ne. Emê her dem li qadan bin, emê Berlînê ji faşîstan re nehêlin, têkoşîna Kurdan a rewa dûr an nêzîk dê bi ser bikeve. 

Erkîn Erdogan (HDK Berlîn Hevserok): Wek tê zanîn AKP û medyaya pê ve girêdayî tim û tim bang li Tirkên li Ewrûpayê dikin û dibêjin: Tiştek bikin.  Saziyên Elman jî hevpar in, lewre ev rêxistinên faşîst li vir nayên şopandin, derbarê wan de ti prosesên qanûnî nayên kirin û wek saziyên sivîl û demokratîk tên pêşwazîkirin.  

Jiyan Durgun (Die Linke-Endama Meclîsa Şaredariya Kreutzbergê): Di dema hilbijartinan de 6 caran êrîşê bûroya HDP ê kirin heta bi molotofan şewitandin. Ev ji navendekê ve tên arastekirin. Li pişta wan AKP, Osmanên li Elmanya û DÎTÎB hene. Emê jî berteka xwe bidin nîşan û kolanên Berlînê ji faşîstan re nahêlin. 

Pervîn Kaplan (Hevşaredara Meclîsa Gel – NAVDEM): Dinya çi qas destek dide Kurdan ew jî hinde bihêrs dibin û rûyê wan ê reş yê êrîşkar derdikeve holê. Her wisa dixwazin tevliheviyê jî bikin. Dixwazin Kurd jî êrîşê wan bikin da ku mafdariya Kurdan biguman bidin nîşan. Em her roj li cih û deverekê di nav çalakiyan de ne. Bila ew bitirsin.

Enwer Şen (KKP- Komunîstên Kurd): Ev êrîşeke rêkxistî ye. AKP û MHP hatin cem hev û ji vir şûnde jî wê kiryarên bi vî rengê biqewimin, lê em jî ji bo pêşwazîkirinê amade ne. 

Arian Wendel (Antî fa Berlîn): Kreutzberg di dîrokê de jî ti car rê nedaye faşîstan. Ev duh li dijî faşîstên Elman bûn û îro jî yên Tirk in. Em rê nadin faşîzmê, vaye em li vir in ka hûn li ku ne?...