KNK’ê qetilkirina Diyar Xerîb şermezar kir û diyar kir, “Ev ne tenê cihê mixabinî û nerehetiya neteweyî û niştimanî ye. Her wiha cihê şermezarî û şikandina nirxê neteweyeke bindest e.” KNK’ê bang li rêveberên Başûr kir ku sîxurî û xiyanetê asteng bikin.
Konseya Rêveber a KNK’ê ji ber şehadeta Endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Diyar Xerîb daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin, Diyar Xerîb piştî kar û têkoşîneke 25 salan a xwebexşane û dûrî berjewendiyên şexsî û malbatî di encama bomberdûmana dagirkeran de tevlî karwanê serfiraziya nemiran bûye.
KNK’ê sersaxî ji gelê Kurdistanê, heval û malbata Diyar Xerîb û malbatên du têkoşerên pê re şehîd bûn, xwest û destnîşan kir, ku rêya cangoriyan her tim serketî ye.
KNK’ê destnîşan kir ku bêyî sîxurî û xwefiroşiya navxwe dewleta Tirk ji Enqereyê nikare şopa têkoşerekî Kurd bike û diyar kir, ku bi desteka sîxuriya navxweyî ev komkujî kiriye ku nûçeya terorkirinê yekser ragihandiye.
KNK’ê ji hikumet, parlament û her cûre desthilatdariyên li Başûrê Kurdistanê xwest, ku berpirsyariyên xwe pêk bînin û sîxuriya navxweyî asteng bikin.
Bi wezîfeya neteweyî tevbigerin
Di daxuyaniyê de hate gotin, “Ev ne tenê cihê mixabinî û nerehetiya neteweyî û niştimanî ye. Her wiha cihê şermezarî û şikandina nirxê neteweyeke bindest e ku dewleta Tirk bikare leşker û torên sîxurî li beşeke Kurdistanê bi rengekî çalak bi kar bîne. Di demekê de ku ev beşê Kurdistanê xwediyê hikûmeteke federal û dam û dezgeheke hikûmî - fermî û xwediyê hêzeke leşkerî, polîsî, ewlehî û parastinê ye.”
KNK’ê ji tevahî kesên Kurdistanî xwest ku bi wezîfeya neteweyî tevbigerin, dagirkeriya desthilatdaran asteng bikin û diyar kir, “Fişarê li dam û dezgehên hikûmeta herêma Başûrê Kurdistanê bikin ku ber bi terorîzma dewletên dagirker li başûr bigrin. Ev erkekî wijdanî, moralî, neteweyî û niştîmanî ye û ti kes nabe ji cîbicîkirina van erkan bimîne.
Cih û meqama wan vala namîne
Eşkere ye ku dagirkerên Kurdistanê di nava kirîzên mezin ên siyasî, leşkerî û aborî de ne. Roj bi roj bê îrade û moraltir dibin. Loma tev hêzên xwe jî bi terorkirina kesatiyên xebatkerên Kurdan bi kar tînin. Ew û em jî vê dizan in ku nemana Diyar Xerîb û hevalên wî çend e êş û kesereke mezin be jî cih û meqama wan vala namîne û encam serketin ji bo Kurdistan û xelkê wê ye. Lê ev birîn her tim sarêj nabe ya ku destên navxweyî birîndar kiribe.
Daxwaz ji hemû tekoşer û xemxwerekî Kurdistanî dikin ku asta xebata xwe bilind bikin û bi cesarettir dij bi dagirkariyê rawestin. Xwedî li hev derkevin û xelkê ji tore û wêjeya dijayetîkirina îxaneta navxweyî hişyar bikin.
Daxwaz ji hemû desthilata Başûrê Kurdistanê dikin ku rê ji sîxurî û îxaneta navxweyî bigrin û vî erka pîroz a ser milan bi cih bîn in.”
NAVENDA NÛÇEYAN
Bi destê xwefiroşan pêk hatiye
Berpirsa Karên Derveyî Herêmê ya YNK Şanaz Îbrahîm Ehmed jî bi boneya şehadeta Diyar Xerîb (Helmet) sersaxî ji bo KCK û gerîlayan xwest û got “Bi şehîdbûna Diyar Xerîb em gelek êşiyan, ev yek bi destê dijminên gelê Kurd û kesên xwefiroş pêk hat.”
Naveroka peyama Şanaz Îbrahîm Ehmed wihaye; “Heval Diyar Xerîb bi ked, xebat û berxwedanê di nava tevgera azadîxwaz a Kurdistanê de cih girtibû. Bi vê boneyê ez sersaxiyê ji bo malbat, Endamên Konseya Serokatiyê ya KCK’ê û gelê Kurd dixwazim. Bi rêzdarî û minedtarî xebat û tekoşîna heval Diyar Xerîb a ji bo mirovahiyê bibîr tînim.
Şehadeta heval Diyar Xerîb pir bi êş bû, ji ber ku ji aliyê dijminên gelê Kurd û kesên xwefiroş ve hate şehîdkirin. Heval Diyar Xerîb bi serfirazî û serbilindî di oxira parastina xaka Kurdistanê de tevlî karwanê nemiran bû û wê herdem di nava mejiyê gelê Kurd de zindî bimîne.”