Qonaxa yekê ya Meşa Dirêj a ku ciwanên Kurd û înternasyonalîstan 8’ê Sibatê li bajarê Frankfûrtê Elmanayê dabû destpêkirin, doh ji Ludwigshafenê dewam kir. Ciwan êvarê gihiştin Hombûrgê.

Meşa ku bi dirûşma ‘Rê nedin tecrîdê, Bi Rêber Apo re azad bijîn’ li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, doh 23 kêlometreyan dirêj bû.

Meş bi tevlîbûna 100 ciwanî bi biryardariyeke mezin dewam dike. Ciwanên ku her rojê bi sirûdeke nû dest bi meşê dikin, doh di çarçoveya Pêngava ‘Nehêle’ de dan rê. Şevê din jî di çarçoveya Pêngava Nehêle de semînerek hatibû dayîn. Ciwan îro wê meşa xwe ji Homburgê ber bi Strasbourgê ve dewam bikin.

 

 HOMBURG