
Doh serê sibê li dijî avahiya rêxistina HDP’ê ya Mersînê û li dijî avahiya Edene a HDP´ê ku rêxistina bajar û navçeya Seyhanê lê ne, êrîşên bombeyî pêk hatin. Di encama êrîşan de li avahiya rêxistina navçeya Seyhanê, Hevserokê Rêxistina navçê ya HDP’a Seyhanê Huseyîn Beyaz, rêveberên HDP’ê Îbrahîm Yakut û Selahattîp Pîşkînbaş jî di navê de 6 kes birîndar bûn. Di encama teqînê de agir bi buroyê ket.
‘Êrîş bi armanca kuştinê pêk hat’
Êrîşa bombeyî ya li hemberî avahiya HDP’ê ya Seyhanê di demeke wisa de pêk hat ku namzetên HDP’ê jî di nav de gelek HDP’iyan civîn li dar dixist. Namzetê HDP’ê yê Edene Tugay Bek diyar kir ku êrîş bi armanca kuştinê pêk hatiye û heke kiryarên êrîşê neyên dîtin berpirsiyar hikûmet e.
‘6 hevalên me li erdê bûn’
Hevserokê Rêxistina HDP’ê yê Edene Huseyîn Yildiz diyar kir ku piştî êrîşa bombeyî em çûn qata duyemîn a partiyê û got: “Em ketin avahiya navçeyê, Hevserokê navçeyê Huseyîn Beyaz, HDP’î Sabahattîn Pîşkînbaş û Îbrahîm Yakup jî di nav de 6 kes li erdê di nava xwînê de bûn. Me bi lezgînî Huseyîn Beyaz, Îbrahîm Yakut, Sabahattîn Pîşkînbaş bi wesayîtan rakir nexweşxaneyê. Pişt re bi polîsan re em careke din vegeriyan avahiyê. 3 hevalên me yên din jî bi sivikî birîndar bûbûn. Odeya hevserokê navçeyê û mase parçe bûbûn. Her roj ji me re kargo tên û li gorî agahiyên ji min re hatin îro ti kargo nehatine. Kesên naxwazin em mezin bibin ev êrîş pêk anîn. Li Mêrsînê û Edeneyê teqînên hemwext pêk hatin. Girseya me xwedî li me derket. Em êrîşê şermezar dikin û lenet dikin. Bila girseya me baldar be û neyê provokasyonan.”
Berî mîtînga Demîtraş
Êrîşek li dijî avahiya Rêxistina bajêr a HDP’a Mêrsînê jî pêk hat.Li gorî agahiyan bombe beriya bi rojekê di nav gulan de ji avahiya HDP´ê re hatiye şandin. Dema êrîşê 3 kes li avahiyê bûn, û teqîn jî li şaneşîna avahiyê pêk hat. Di encama êrîşa bombeyî de camên avahiya HDP’ê avahiyên derdorê şikestin. Piştî agahiya teqînê gelek HDP’î çûn cihê bûyerê. HDP’iyên hatin cem avahiyê bi dirûşmeyan êrîş şermezar kirin. Balkêş e ku êrîş berî mitînga HDP’ê ya bi tevlîbûna Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş pêk hat.
Bombe xistine nav gulan
Hevseroka Rêxistina HDP’ê ya Mêrsînê Dîdar Gul weke sedema teqînê îşaret bi desteguleke doh şandî kir got: “Em nizanin gul ji aliyê kê ve hatiye şandin lê hevalên me danîbûn şaneşînê. Sedema teqînê bombeya di guldankê de bû.” Gul da zanîn ku teqîn berî mitîngê bi armanca provokasyonê pêk hatiye. Hate zanîn ku polîsan dîmenên qemerayên derdorê desteser kirine.
´Berpirsiyariya siyasî ya Erdogan û hikûmetê ye´
Navenda Giştî ya HDP’ê der barê êrîşên bombeyî yên li hemberî rêxistinên partiya wan ên Edene û Mersînê de daxuyaniyeke nivîskî weşand. Navenda Giştî ya HDP’ê der barê êrîşên bombeyî yên li hemberî rêxistinên partiya wan ên Edene û Mersînê de got, “Êrîş wê nikaribe bi me.” Daxuyaniyê wisa dewam kir: “Bi bikaranîna hêzên tarî yên ji desthilatdariya siyasî destekê digirin, dixwazin pêşî li pêşketin û xebatên hilbijartinê yên partiya me bigirin. Berpirsyariya siyasî ya van êrîşan li ser milê Serokkomar Erdogan, Serokwezîr û endamên din ên hikûmeta AKP’ê ye. Ev zîhniyeta ku di her axaftinê de partiya me hedef nîşan dide, heqaretê li Hevserokên me, rêveberên partiya me û namzetên me yên parlemanteriyê dike, berhemên xwe yên nû li Edene û Mersînê bi dest xistine.”
HDP diyar kir ku erîşên bi wî awayî nikarin pêşiya mezinbûna HDP bigirin û wiha domand: “Bangên me yên ‘Jiyana Nû’ û Mirovahiya Mezin’ li çar aliyên Tirkiyeyê şîn dibin.”
KJA: Zîhniyet AKP’ê derket holê
Kongreya Jinên Azad (KJA) jî têkildarî êrîşên li dijî HDP’a Edene û Mersînê daxuyaniyek nivîskî da. Di daxuyaniyê de hat gotin ku beriya hilbijartinên 7’ê Hezîranê hikûmeta AKP’ê ya ji xurtbûna HDP’ê tirsiya, polîtîkayên tirsandin û çewisandinê bê navber didomîne û got: “Hikûmeta AKP’ê wek versiyona xwe ya nû ya polîtîkayên xwe yên qirkirina çandî û înkarker, dixwaze hevdîtina HDP’ê ya bi gelên Tirkiyeyê re asteng bike. Serkeftina HDP’ê ji ber ku têkçûna AKP’ê û neçareseriya wê li hemberî hemû gelê Tirkiyeyê û Kurdistanê wê careke din deşîfre bikira, niha AKP serî li gelek provakasyonan dide. Li hember standên hilbijartinê, buroyên hilbijartinê êrîşên faşîzan çêdibin û li Agiriyê bi gel de gule barandin. Îro jî bi awayekî hevdem êrîşên bombeyî pêk hatin. Vê jî zîhniyeta AKP’ê careke din derxistiye holê.” KJA’yê di dawiyê de jî got, provakasyon û êrîş tevgera azadiyê nikarin rawestînin.
Firat: Berpirsiyarê êrîşan hikûmet e
Namzetê HDP’ê yê Edene Dengîr Mir Mehmet Firat êrîşên bombeyî yên li hemberî HDP’ê pêk hatin nirxandin û diyar kir ku êrîş li hemberî pêşketina HDP’ê pêk hatin û ev yek provokasyon e. Firat daxuyaniyên Serokomar Erdogan û serokwezîr ên li hemberî HDP’ê bi bîr xistin û got: “Ez weke bûyereke failê wê diyar dibînim. Berpirsiyarê vê êrîşê hikûmet e.” Firat balkişand ser mitînga doh li Edenê li dar xistin û wiha axaftina xwe dewam kir: “Xuya ye ku gelekî ditirsin. Pêvîstî bi tirsê tuneye. Hewcehî nîne ku Selahattîn Eyyubî û Menderes ji xwe re bikin mertal. HDP dê bendê derbas bike û desthilatdariya AKP’ê dê bi dawî bibe.” Firat wiha bang li gelên Tirkiyeyê kir: “Ez careke din bang dikim, dibêjim, ev maske ket. Heke li Tirkiyeyê azadî, demokrasî û biratiyê bixwazin, bixwazin ku AKP´ê bi riyên demokratîk ji desthilatdariyêbixin, hilbijartinên 7’ê Hezîranê di heman demê de referanduma rejîmê ye.”
EDENE/MERSÎN
KCK: AKP hedef nîşan da, êrîş pêk hatin
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê, der barê êrîşên bombeyî yên li Edene û Mersînê li dijî HDP’ê hatin kirin de daxuyaniyek da û destnîşan kir ku berpirsyarê hemû êrîşan Hikûmeta AKP’ê ye, ku HDP weke dijmin û xetere nîşan dide.
KCK’ê diyar kir ku ev bombekirin, rasthatin an jî encama nerazîbûneke şexsî nîne û destnîşan kir ku pêwendiya van êrîşan bi hedef nîşandan û propaganda AKP’ê ve girêdayî ye, ku dijberî û dijminatiyê li HDP’ê dike. Di daxuyaniyê de hat gotin, “Dema zimanê êrîşkar ê AKP’ê were nirxandin, pêkane ku êrîşên mezintir rû bidin.” Daxuyaniya KCK’ê bi vî rengî dewam kir:” Berpirsyarê van hemû êrîşan Hikûmeta AKP’ê ye ku HDP’ê weke dijmin û xetere nîşan dide. Dixwazî hikûmeta AKP’ê û rêxistinên îstîxbaratê yên pê ve girêdayî kiribe, dixwazî hin kesên ji zimanê êrîşkariyê yên AKP’yiyan hêz wergirtibin û êrîş kiribin; berpirsyar Hikûmeta AKP’ê ye.”
‘Ne hewcê ye şermezar bikin‘
Dî daxuyaniyê de hat xuyakirin ku AKP heta niha êrîşên li ser HDP şermazer nekiriye û ne hewcê ye îro jî şermazer bike û wiha pê de çû: “Ji xwe heta roja îro Hikûmeta AKP’ê li hemberî van êrîşan gotineke bi tenê jî negotiye. Piştî ku hikûmeta AKP’ê ev çend rojên dawî ye ji ber bêdengiya xwe ya li pêşberî van êrîşan teşhîr bûye, di mijara bûyerên dawî de neçar maye peyamên şermezarkirinê biweşîne. Li hemberî vê yekê Cîgira Serokê Koma HDP’ê Pervîn Bûldan gotiye, ‘Bila dev ji zimanê xwe yê êrîşkariyê berdin, şermezarkirinên wan bila ji wan re bin’. Bi dîtina me jî eger Erdogan û berdevkên AKP’ê wî devê xwe yê nexêr bigirin, wê xêra herî baş bikin.”
AKP bi van êrîşan re dixwaze çavê gelê ku demokratîkbûyîna Tirkiyeyê dixwaze bitirsîne.Girîng e hemû gelên Tirkiyeyê û hêzên demokrasiyê xeteriya vê polîtîka AKP’ê bibînin û ji bo xwedîderketina li pêşeroja Tirkiyeyê, xwedî li HDP’ê derkevin.”
ANF/BEHDÎNAN