Rêber Apo piştî 21 salan, cara yekê bi rêya telefonê bi malbata xwe re peyivî. Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysi Aktaş ên li heman giravê di nava heman sîstema tecrîdê de ragirtî jî, bi rêya telefonê bi malbatên xwe re axivîn. Ev peyivîna telefonê 27’ê Nîsanê saet 13’an pêk hat û Rêber Apo bi birayê xwe Mehmet Ocalan re qederê 25 deqîqeyan peyivî. Mehmet Ocalan li ser vê peyivîna bi telefonê daxuyaniyek da û em tiştên ji vê daxuyaniyê derketî pêş em li jêr weke mijarên sereke dikin rêz. Bi her halî Rêber Apo herî zêde yekîtiya neteweyî derxist pêş; wî protokola sala 1982yê bi PDK’ê re mohrkirî bi bîr xist û got, “Pêdiviya Kurdan a bi ev der ji te re, ew der ji min re, tine ye. Pêdiviya Kurdan bi aştî û yekitiyê heye”. Rêber Apo gotiye siheta wî halê hazir baş e, sibe du sibe çi dibe ew jî nizane, lê zêde li ser şewba ji ber vîrusa koronayê nepeyiviye. Sê mijarên sereke yên ew li ser wan peyiviye, ev in: * Pêdiviya Kurdan bi aştî û yekîtiyê heye Ev polîtikayên hanê yên Kurdan bi Kurdan bidin şerkirin û kuştin e. Ti qezenca Kurdan di vê yekê de tine ye. Divê ne PDK û ne jî YNK û ne jî ti partî û tevgerên Kurdan nekevin nava hesabê ‘Em ê şer bikin û dê li hemberî vê yekê dewletê bidin me’ Ev nabe û nayê qebûlkirin. Divê yekîtiya neteweyî esas bigirin. 40 sal in diviyabû yekitiya Kurdan hebûye. Ev peyama min hem ji bo Qendîlê û hem jî ji bo Hikûmeta Herêmê ye. Dîsa ev peyama min ji bo malbata Barzanî, malbata Talabanî, şexsiyet û hemû kesên li Başûr e. Pêdiviya Kurdan bi şer û rijandina xwînê tineye. Pêdiviya Kurdan bi yekîtiyê heye. Pêdiviya Kurdan a bi, ev der ji min re ye, ew der ji te re ye tuneye. Pêdiviya Kurdan bi aştî û yekitiyê heye. * PDK, YNK û Qendîl divê li hev bikin Protokola 10 xalî ya sala 1982’yan bi bavê Nêçîrvan Barzanî re bi Îdrîs Barzanî re hatiye îmzekirin heye. Li gorî protokolê divê êdî di navbera Kurdan de xwîn nerije û şer pêk neyê. Hikûmeta Başûr, malbata Barzanî ya serokê hikûmetê, dîsa YNK ku piştgiriya hikûmetê dike û Celal Talebanî protokol qebûl kirine. Ez silavan li wan dikim. Ji hevalên Qendîlê û malbatên Barzanî û Talebanî re dibêjim, êdî rijandina xwînê ya di navbera Kurdan de nayê qebûlkirin; gel jî em jî qebûl nakin. Heke li holê kêmasiyek hebe divê ev bi diyalogê bê çareserkirin û aştî pêk bê. Divê êdî Kurd li cihekî li hev bikin û pirsgirêkên di navbera xwe de bi diyalogê çareser bikin. Kesên ku vê bikin jî malbatên Barzanî û Talabanî, û hevalên li Qendîlê ne. * Ji bo Rojava, dîsa û dîsa rêxistin Bi qasî ku ez dibihîzim rewşa Rojava ne baş e, ne jî xerab e. Partî û saziyên li Rojava birêxistinbûna demokratîk mezin nekirine, pir biçûk mane. Bi van biçûkan wê ti pirsgirêk neyê çareserkirin, heta ku hêz çênebe, wê çareserî bi pêş nekeve. Ji bo vê yekê divê birêxistinbûn hê bêhtir bê kirin, di heman demê de divê li her çar parçeyan jî birêxistinbûn bê mezinkirin, di rewşeke birêxistinkirî û bi hêzbûnê de çareserî wê bi pêş bikeve. Têgihiştina bila dikan piçûk û ya min be nayê qebûlkirin. Divê her kes temsîliyeta xwe tê de bibîne. Bi ser netewe û mezhebê re birêxistinbûn nabe. Ji bo yekitiya demokratîk, hûn bi ser partiyê re bipêşveçûnê çêkin û mezin bikin, ev ê ji bo we baş be. NAVENDA NÛÇEYAN