Berdevkê PYD’ê Salih Muslim, peyamên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên ji bo Sûriyeyê nirxandin û got, “Di çareseriya Rojhilata Navîn û Sûriyê de, divê rola pozîtîf a Ocalan neyê piştguhkirin.” Parlamenterê HDP’ê Kemal Pekoz jî ji bo rola Ocalan got, divê hevdîtinên pê re êdî birêkûpêk bin: “Rêya jiyaneke wekhev a gelan û aram di Îmraliyê re derbas dibe.” Serokê Rûmetê yê ÎHD’ê Akin Bîrdal li ser heman mijarê got, divê Enqere peyamên Ocalan ên aştiyê baş bixwîne.
Berdevkê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Salîh Muslîm, peyamên Ocalan nirxandin ên ku piştî 8 salan du caran bi parêzerên xwe re hevdîtin kir, û di her du hevdîtinan de jî li ser Rojava û Sûrî rawestiya.
Muslim got, “Em jî li ser paradîgmaya Rêber Apo dimeşin” û îşaret pê kir ku projeya wan jî ji ber vê pêkanîna neteweya demokratîk e.
Muslim teqez kir ku Ocalan di çareserkirina pirsgirêka Sûriyê de dikare bi roleke pozîtîf rabe: “Rêber Apo bi fikrê xwe yê demokratîk, pêşniyar û nêrînên xwe dikarê rewşê biguherînê. Yên ku bi rastî çareserî û aramiyê ji Sûriyê û Rojhilata Navîn re bixwaze, divê rola pozîtîf ya Rêber Apo piştguh neke.”
Muzakereyên aştiyane û aştiya bi rûmet
Parlamenterê berê û Serokê Rûmetê yê Komeleya Mafê Mirovan ( ÎHD) Akin Bîrdal çalakiya greva birçîbûn û rojiya mirinê ku li ser daxwaza Ocalan bi dawî bû, nirxand û got, nîqaşkirina lihevkirina civakî, muzakereyên demokratîk û aştiya bi rûmet mijarên herî bingehîn ên Tirkiyeyê ne û wiha dewam kir: “Divê Enqere vê yekê baş bixwîne. Aştiya civakê êdî nikare bi paş ve bê xistin. Divê pêkanîna civaka aştiyane û demokratîk berpirsyariya herkesî be. Meclis di vê mijarê de dikare bê aktîfkirin û rûpelek nû bê vekirin. Berovajiyê vê yekê çaresernebûna vê pirsgirêkê ji bo herkesî dibe sedema cihêkariyê û xizaniyê.”
Parlamenterê HDP’ê yê Edeneyê Kemal Pekoz jî li ser girîngiya hevdîtinên birêkûpêk ên bi Ocalan re got, “Bêguman, gelekî girîng e ku Birêz Ocalan karibe parêzer û malbata xwe bibîne. Ne tenê parêzer û malbat, kesayetên civak ji wan hez dike û hurmetê nîşanî wan dide, dikarin serdana Ocalan bikin. Nêzîkatiyeke bi vî rengî wê bi kêrî berjewendiyên gelan were û li Tirkiyeyê rê li ber gavavêtinan veke.”
NAVENDA NÛÇEYAN