KADRÎ ESEN / AMED
Weqfa Mezopotamyayê komxebata xwe ya li ser rastnivîsa zaravayê Kurmancî kir pirtûk. Weqf dê di 21’ê Sibatê de pirtûkê ji raya giştî re eşkere bike û ji bo jê sûdê wergirin ji hemû sazî û rêxistinên her çar parçeyên Kurdistanê re bişîne.
Di dîrokê de hin deman bi zimanê Kurdî perwerde hatiye kirin û pê berhem hatine gihandin. Her çiqas di dîrokê de bi zimanê Kurdî perwerde hatibe kirin jî di sedsala dawîn de dagirkerên Kurdistanê perwerdeya bi Kurdî qedexe kiriye û zimanê xwe li Kurdan ferz kiriye. Ji ber vê sedemê, zimanê Kurdî di bandora zimanê serdestên Kurdistanê de maye û li her çar parçeyên Kurdistanê di hêla rastnivîsê de li ser zimanê Kurdî guftûgo hene.
Weqfa Mezopotamyayê ku sala 2013’an li bakurê Kurdistanê hat damezrandin, bi armanca ku minaqeşeyên li ser rastnivîsa Kurmanciyê bi dawî bike, bi beşdarbûna gelek zimanzanên Kurdî komxebatek da destpêkirin. Di vê çarçoveyê de weqfê di navbera 14’ê Adara 2015’an û 17’ê Tîrmeha 2017’an de bi beşdarbûna zimanzanên Kurdî yên ji her çar parçeyên Kurdistanê li Amed, Mêrdîn û Stenbolê 7 civîn li dar xistin.
Roja 21’ê Sibatê eşkere dibe
Weqfê di van civînan de li ser gelek mijaran guftûgo meşandine û biryar wergirtine. Her wiha van biryarên ku wergirtine di bin navê “Rêbera Rastnivîsînê – Komxebata Kurmanciyê” de kir pirtûk û weşand. Weqf dê di 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Navneteweyî de bi daxuyaniyeke çapameniyê Rêbera Rastnivîsînê ji raya giştî re eşkere bike û ji bo jê sûdê wergirin ji hemû sazî û rêxistinên her çar parçeyên Kurdistanê re bişîne.
Navên bajar û navçeyên Kurdistanê
Di Rêbera Rastnivîsînê de ji bilî sererastkirinên gelek mijarên ku di Kurmanciyê de li ser wan nîqaş hene, her wiha navê hemû bajar û navçeyên bakur, başûr, rojhilat û rojavayê Kurdistanê jî yek bi yek hatine nivîsandin. Di dawiya Rêbera Rastnivîsînê de jî ferhengokeke ji 7 rûpelan heye. Di vê ferhengokê de wateyên 136 peyvên Kurdî yên bi zimanê Tirkî, Farisî, Erebî hene.
Zimanzanên di komxebatê de cih girtî
Navên zimanzanên Kurdî yên ji her çar parçeyên Kurdistanê ku beşdarî komxebatê bûne û keda wan di Rêbera Rastnivîsînê de heye, wiha ne; Bahîz Omer Ehmed, Bahoz Baran, Behrûz Şûcaî, Deham Evdilfetah, Dîlawer Zeraq, Dilbirîn Evdila, Evdilwehab Xalid Mûsa, Malmisanij, Mahmûd Lewendî, Mehdî Cafrzade, Mihemed Teqewî, Mistefa Aydogan, Mikaîl Bilbil, Newzad Hirorî, Samî Tan, Şoreşvan Adil, Zana Farqînî û Zulkuf Ergun.