“Hûn bi agir dileyîzin.” Her wiha Jagland rêberên rastgir bi rastgiriya tundra û gurkirina nêrînên dijbertiya Îslamê sucdar kir. 
Jagland herî zêde berê rexneyê xwe da Serokwezîrê Înglîz David Cameron ê ku beriya 4 mehan li Munîha Elmanyayê gotibû ‘Li Îngilîstanê pir-çandî îflas kir’. Rêberê nijadperest ê Fransî Marine Le Pen jî gotibû ku Cameron jî hatiye ser xeta wan. 
Di daxuyaniya Jagland a ku di rojnameya Observer de hat weşandin de diyar kir di demek ku li Ewropayê entegrasyon û pir-çandî tê gotûbêkirin de, divê rêberên Ewropayê li ser zimanê xwe bal dar bin. Jagland destnîşan kir ku divê rêber rastiya pir-rengiya civakî biparêzin û got; “Divê em vê rastiyê biparêzin, an ne bikevin nava avzêlekê. Jagland diyar kir ku divê hemû rêberên welatên Ewropayî baldar bin û bi agir neleyîzin, divê gotinên ku bi kar tînin hilbibijêrin.
Pêşniyarek din a Jagland derbarê karanîna têgînên mijara entegrasyonê de ye. Jagland xwet li şûna ‘pir-çandî’ ‘piranî’ were bikaranîn û destnîşan kir ku ew li dijî karanîna têgîna ‘Terorîzma Îslamî’ ye jî. Jagland got “terorîzm terorîzm e. Divê em bibêjin tu têkiliya wê bi olekê re tune ye.”

Serokwezîrê Îngilîz David Cameron di axaftina xwe ya li Munîhê kiribû de Îslama radîkal weke navenda terorîzmê bi nav kiribû. Jagland got; “Pêwîstiya me bi hinek tiştên ku me digihîne hev û me tîne cem hev heye.”
Piştî ku Norwêciyek rastgir li Osloyê êrişek pêk anî û 77 kes têde hatin kuştin, gotûbêjên derbarê rastgiriya dijwar a li Ewropayê gihişt asta herî jor. Bi taybet, hikûmetên rastgir bûn hedefa rexneyên çepgirên herêmê. Bi taybet Serokwezîrê Înglîz David Cameron û Serokkomarê Fransa Nicola Sarkozy ji ber polîtîkaya wan a li hemberî penaberan bûn hedefa rexneyan.

BRUKSEL