HÊVÎ BARAN / BEHDÎNAN
Gerîlayê HPG’ê Bakûr Silêmanî di nivîsa xwe ya ji bo Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan de dibêje: “Rêberê min, her çend hûn di bin tecrîdê de bin jî, felsefeya we gavbigav belav dibe, ji hêla gelan û jinan ve tê mereqkirin û bi kefxweşî tê pêwazî kirin.”
Her şervaneke/î azadiya Kurdistanê dixwaze, jiyana bi wate ya gerîla, rêhevaltiya PKK’ê û hevalên xwe yên di çeperan de ji ber ku azad têdikoşin û şehîd ketine, bixe nav rûpelên dîrokê. Gerîla baş dizanin ku li pêy xwe tenê bibîranîn, terzê jiyana xwe û rojnivîsên xwe dihêlin. Ji ber ku ew hestên azadiyê bi rêka pênûsê dikin malê dîrokê. Gava em li rojnivîsên gerîlayan dinêrin, em dibînin ku her yekî ji wan li ser Rêber Abdullah Ocalan nivîs û helbest nivîsandine. Ji bo Rêberê xwe hestên xwe yên gelek xwezayî û hezkirin-girêdana xwe bi ramanên wî re anîne ziman û herikandine ser rûpelan.
Gerîla Bakur Silêmanî yê ji Başûrê Kurdistanê bajarê Silêmaniyêye hestên xwe yên der barê Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan de wiha nivîsiye:
Rêberê min,
Ji bo te nivîsandin bêguman karekî ne hêsan e. Ne ku ji ber tişteke were nivîsandin tine. Ji ber ku ji bo te nivîsandin hesteke pirr cuda li gel mirov peyde dike. Mirov dixwaze gelek tiştan bîne ziman lê ti peyv û hevok têra wan nakin. Kesayet, hest û ramanên te dihêle ku mirov hîn zêde girêdayî kesayeta te bibe. Di heman demê de dema mirov felsefeya te dinase her ku diçe hezkirina mirovahî, azadî, jiyan, ekolojî jî zêdetir dibe. Her çendî hûn di aliyê fizikî de ne li cem me bin jî em her tim hîs dikin ku hûn bi me re dijîn. Di roja me ya îro de pergala kapîtalîst ew qasî kesayetên ji cewherê xwe dûr ava kirine ku di nav wan de derketina kesayeta Rêbertiyê ku xwe ji taybetmendiyên kapîtalîzmê parastiye, mirov îfade bike, hem zehmet e hem jî girîng e. Kesayeta Rêbertiyê, kesayeteke ku li hember hemû cihanê serî hildaye. Jixwe, ev taybetmendiya we, we ji her kesî cuda dike.
Belê Rêberê min,
Mirov carinan hîs dike ku tiştek winda kiriye, û lê digere. Ne dizane çi ye, ne dizane çawa ye û ne jî dizane li ku derê ye. Di nav pirsên bi vî awayî de tê fêmkirin ku mirov birçiyê azadiyê ye û mirov tenê dikare li azadiyê di cewherê xwe de bigere. Hûn, di şexsê xwe de bi azadiyê jiyan û dijîn. Ne tenê ji bo xwe, di heman demê de we ji bo hemû mirovahiyê jî rêya azadiyê vekir. Rêya rast nîşanî me da ku azadî bi têkoşînê pêkan e.
Mirov nikare Rêbertiyê tenê weke kesekî pênase bike. Rêbertî bûye civak û gerdûn. Ew efsane, destan û çîroka ku behsa wê tê kirin, di şexsê Rêbertiyê de şênber e. Rêbertiyê îsbat kir ku azadî ne xeyal e, ew efsaneyên ku behsa wan tê kirin, cewherê mirovan ê eslî ne. Rêbertiyê rêya jiyana rast nîşanê mirovahiyê da û bersivên ‘jiyan û azadî çi ye û çawa mirov bijî?’ bi helwêst û nêzikatiyên xwe îsbat kir. Têkoşîneke bêeman meşand û dimeşîne. Têkoşîneke wisa ava kiriye ku mirov ji bo azadiyê di nav zindanên zordaran de laşên xwe dihelînin. Ev îrade, ev sebir û ev israra ji bo jiyaneke bi rûmet e.
Di dirokê de gelek kesan xwestiye bi fikrên xwe civakê bi rêxistin bikin. Ji bo vê jî du rê bikar anîne. Yan derew an jî amûrên tirsandinê bi kar anîne. Di dîroka mirovahiyê de cara yekem kesek bi zanebûn, bi eşqa azadiyê, bi gotinên rast û bi fikirandina berjewendiyên civakê, girêdayî rêya xwe bûye û ti hêzê nekariye wî ji rêya azadiyê dûr bixe. Dibe ku hinek kes bi avakirina tirsê karibin şoreşeke bêbingeh ava bikin lê ya rastî, her kes dizane ku bingeha wê şoreşê ne saxlem e, ew şoreş heta dawî nikare li ber xwe bide. Ji ber vê, cara yekemîn kesekî weke we bi bîrdoziya şoreşeke daîmî û bingeha wê xwe distpêre azadiya jinê, hezkirina ekolojîk, civakbûnê û exlaq ava dike. Ji ber vê jî bingeha şoreşa Kurdistan û Rojhilata Navîn gelekî zexm e û narûxe.
Rêberê min,
Bi saya hewldanên we yên mezin êdî em bîrewer in ku şoreşa ku hûn armanc dikin, hemû parçebûn û çînîtiyên ku pergala kapîtalîst di mêjiyên mirovan de ava kirine, ji holê radike. Ji lewmam cudahiya di navbera jin-mêr, mirov-xweza, pîr-zarok, burjuwa-proleter de hatiye avakirin, bi derketina Rêbertiyê ketin tehlûkeyê. Armanca we ya avakirina pergala demokratîk rûpoşên desthilatdaran derxistin holê, û ew cudaxwazî hemû têk birin. Ji bo vê dewletên kapîtalîst felsefeya te ji bo berjewendiyên xwe yên takekesî weke tehlûke dibînin û tecrîdê didin meşandin. Naxwazin nihêrînên te bigihîjin gelan û jinan. Lê tu her çend di bin pergala tecrîda giran a Îmralî de werî girtin jî, felsefeya te ku gavbigav belav dibe û bûye malê tevahî galan. Me azadî û jiyana rast bi rêya we nas kir û dît. Em ê di oxira vê jiyana bi rûmet de ji bo avakirina pergala demokratîk têkoşîna xwe mezintir bikin.