Beriya çend rojan derbarê jiyana Rêberê Gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan de hin nûçe hatin weşandin. Li ser vê yekê KCK’ê daxuyaniyek weşand û bi taybetî li Ewrûpa, li gelek deveran Kurdistanî ketin nava hewldanan.
Gelo çima nûçeyên wiha hatin weşandin û girîngiya çalakiyên ji bo azadiya Ocalan çima girîng in?
Rêberê Gelê Kurd Ocalan serdema ku niha em têde ne, weke Sêyemîn Şerê Cîhanê bi nav dike û dibêje, navenda vî şerî jî Kurdistan e. Welatê Kurdan bûye navenda şerekî mezin û lazim e Kurd ji vê yekê sûdê werbigrin. Yanê; statukoyên sedsala bihurî dihejin, niha şerê vê yekê tê kirin, û wê statukoyên nû werin dîzaynkirin. Ev ji bo Kurdan tiştekî nû ye. Kurd an wê di statukoyên nû de cih bigirin yan jî wê weke sedsala bihurî dîsa bindest, bê maf û bê statu bimînin. Birêz Ocalan di nirxandinên xwe de sedsala li pêşiya me, weke ‘sedsala Kurdan’ bi nav dike. Û ji bo ku ev sedsal bibe sedsala Kurdan, rê û rêbazên têkoşînê nîşan dide.
Gelo wê ev sedsala li pêşiya me bibe sedsala Kurdan yan na? Yanê, wê Kurd mafên xwe bi dest bixin yan na? Têkoşîna Kurdan wê bersiva vê pirsê destnîşan bike.
Divê em zanibin ku dijminê Kurdan pirr in. Eger Kurd azad bibin, welatên dagirker wê winda bikin. Lê ji bo winda nekin, hemû tiştên xwe pêşkêşî hêzên navneteweyî dikin da ku pêşiyê li Kurdan bigirin. Di şer û têkiliyên navdewletî de hertişt li ser berjewandiyan dimeşe. Ji ver vê yekê şert û mercên objektîf gelek hêzan dikin dijminên Kurdan. Her wiha, asta têkoşîn û berxwedana Kurdan, êdî dikare pêşiyê li vê yekê bigire, ango ti hêz êdî nikare Kurdan nebîne.
Lê ji bo Kurdan problema herî mezin ne ev e. Ji bo Kurdan pêwistiya herî mezin Rêbertiya stratejîk e. Ji ber ku rojane divê siyaset bête kirin, gavên nû werin avêtin. Ji ber vê yekê rêbertiya stratejîk pêwist e. Bala xwe bidinê, li Başûrê Kurdistanê gavên xelet hatin avêtin û nîvê axa welat di 2-3 rojan de hat teslîm kirin. Kurd nikarin êdî xwe bi dijminê xwe îzah bikin. Kurd lazim e hemû hesabên dijminê xwe bikin û li gorî vê yekê planan deynin. Lê ji ber ku rêveberiya Başûr nekaribû siyaseteke baş bike, Kerkûk teslîm kir, niha wê deverên din teslîm bike û ya girîng jî sê dijminên sereke yên Kurdan anîn cem hev.
Di vê mînakê de jî xûya dike ku pêwistiya Kurdan îro bi Ocalan heye. Erê, berê jî tecrîd û îzolasyon hebû, lê wateya tecrîda îro cuda ye. Nahêlin dengê Ocalan derkeve, nahêlin Kurd pêşiya xwe bibînin. Bi tecrîdkirina Ocalan dixwazin derî li Kurdan bigirin, dixwazin Kurd pêşiya xwe nebinîn û weke sedsala bihurî bimînin. Dixwazin tesbîta Ocalan ya ku dibêje, ‘ev sedsal wê bibe sedsala Kurdan’ pûç bikin. Ew dizanin ku Ocalan dengê xwe bigihijîne gelê xwe, wê rewş were guhertin, Kurd bi pêş bikevin.
Kurt û Kurmancî, Ocalan îro hêviya Kurdan û hemû gelên herêmê ye. Fikr û ramanên wî ji her demê zêdetir niha pêwîst in. Têkoşîna ku bi îdeolojiya Ocalan tê kirin niha dijminê Kurdan tengav kirine. Ji ber vê yekê ye ku êriş dikin.
Nûçeyên derbarê jiyana Ocalan de jî belav dikin, ev nûçe rasterast li Enqerê têne amade kirin. Bi van nûçeyan peyamê didin Kurdan, wan tehdît dikin. Divê em baş zanibin ku dewleta Tirk ji bo Kurd negihîjin mafên xwe, dikare her hovîtiyê bike. Nûçeyên derbarê jiyana Ocalan de divê piçûk neyên dîtin.
Ocalan rêberê stratejîk e. Fikrên Ocalan ji bo Kurdan û gelan serketinên stratejîk tîne, ev jî ji bo dewleta Tirk û hêzên hegemon tê maneya bibinketina stratejîk. Bi vê sedemê Ocalan weke dijminê herî mezin dibînin. Bi dîlgirtina Ocalan, dixwazin Kurdan careke din têk bibin. Kurd jî li hemberî vê yekê hişyar in.
Çalakiyên ji bo azadiya Ocalan çalakiyên qezenckirina sedsala pêş in. Ocalan êdî ne tenê Ocalan e, Ocalan Kurdistan e. Kî dixwaze Kurdistan azad bibe, pêwîst e beriya nan û avê beşdarî çalakiyên azadiya Ocalan bibe.
Ti kes xwe nexapîne, heta ku rêberê Kurd Ocalan di zindanê de be, ti tişt nayê çareserkirin. Ji ber vê yekê, rakirina tecrîdê, çûyina heyetan ne bes e, divê tenê yek armanc hebe; bê şert û merc azadî ji bo Ocalan…