Bêgûman ji bo pêşerojên mirovatiyê di aliyê mafdariyê gellekî girîng û erêni ye. Ji ber ku dema yek bi hewngîrî bifikirê, diyar e ku heya Redkariya Wijdanî nebê gavên pêkan û zincîrên vê bindesti ya militarizma leşkeriya pêwistî newê şikandin, avakirina aşitî û azadiyê jî pûç e. Yanî Redkariya Wijdanî mafê mirovahiyê ye û bingeha aşitiyê ye. 

Pêwistina leşkeriyê dewletan/hukûmetan bêhtir nîjandperest û faşîst dike. Sîstema milîtarîst qirker bi vê avayê zarokên malbatan bi hev dike neyar û kujtar. Bêgûmanî ev zarokên bizorî xistî li bin siya leşkeriyê da, ger li leşkeriyê de nebê kujtar li civata neferma da dibe neyar û nîjadperest. Nefrîn û jehrkirina mirovatiyê bi vê sedemê gelekî dijwar dibe û dibe sedemên sehmên gelek tiştan. Ji ber vê yekê gerek bi teqez ev pêwistina leşkeriyê werê rakirin û ji bo rakirina wê jî gerek em tev kesên xwedî wijdan Redkariya Wijdanî ya xwe diyar û îlan bikin. Di vir de tenê ez nabêjim mirovên Kurdan, ji ber ku beriya bîrdoziya Kurdewariyê evna mafêkî însanî ye û ne zayend e. Wekî ku em dizanin li otorîteriya Tirkî bi şîara ’’Her Tirk bi leşker Xwedê daye / Her Türk asker doğar’’ lanse bûye. Wisa hingî ev feraset hatiye qebûlkirin ku divê em kesên pejindar antîmilîtarîzmê bidin xwiya kirin û milîtarizmê ji holê rakin. 

Hukûmeta Tirkî ji xwe rawestaniya xwe ya antî-demokratî hêjî girantir kir û beriya niha salekê biryara girtin û bi zordarî birina leşkeriyê, yên gor binavkirina Tirkî; mişextên leşkeriyê û kesên ketiyî bakayayê da. Bi vê biryarê ve kesên ku serîlênedê leşkeriyê wê bi cezayên çirkef, bi pereyên pelepûçk were danîn. Ev biryara antî-demokratîk stratejiyek hem aborî, hem sîyasî hem jî kesyperestî bû. Gellek kesên dijî leşkerî bi vê hatin tirsandin û devê deriyên Şaxên Leşkeriyê bi mehan kombûn ji bo çûyîna leşkeriyê. Ji xwe xwesteka hukûmeta Tirk jî ev keys bû, keysa din jî kesên serîlênedin jî bi wa cizeya pereyên mezin qerekol, dewriye û projeyên mîmarî yê bajarên xwe ava bike. Ya na her çiqasî ev pêvajoya aşitiyê bi nav tenê hebe jî, danîna vê biryarê di nîvê vê pêvajoyê da dijî demokratîke, stratejîk û berjewendî ye. Ev biryar dibê mirêka nêrîna hukûmeta Tirkî ya pêvajoyê jî. Di vir de pîvana samîmiyet a wê jî eşkere dibe. 

Hukûmeta Tirkî, hukûmetekî milîtarizm e û milîtarîzm jî kujtar e, dîkuje. Kuştin bezaxiye û tekoşîna dijî kuştinê jî mafekî mirovahiye û însani ye. Ji bo vê yekê Dewleta Tirkî pêwistina leşkeriyê teqez rakê û her kesê ku bibêjê ez xwedî wijda nim, divê Redkariya Wijdanî ya xwe li bin bandora tu tirsan de nemîne û îlan bike. Mafê Redkariya Wijdanî di siyaseta Kurdî de divê wekî mafê zimanê dayîkê di serî da be û esas be. 

Leşkeriya pêwist bi îradeya Redkariya Wijdanî tê boykot kirin û ev tenê ne mafê mêra ye, yê keç û xort, dayîk û bav û zarok û zêçaye jî. Bi vê bandora milîtarîzmê Tirkî ev çend sale li Kurdistanê xwîn diherike. Di nava mirovên Tirk û Kurd de tovê nefrînê hate çandin. Êdî bes e. Di hezarsala 21’emîn de Redkariya Wijdanî bera tovê xwe bi tekoşîna Kurdan û hemû dijî leşkeriyan da şax vedê êdî. Ya na aşitî çêbibê jî wê temen kin bê, wê têk biçê.


Yaşar AKSU