Li Akademiya Şehîd Ezîz Ereb a QSD‘ê 162 şervanên Kurd û Ereb ku dewreya perwerdê bi dawî kirin, tevlî refên QSD‘ê bûn.

Dewreya perwerdeyê ya 13‘an ku navê Şehîd Rûbar Kobanê yê di pêngava rizgarkirina bajarê Reqayê de şehîd bû, lê hatibû kirin, 20 rojan berdewam kir.

Bi armanca bi dawîbûna dewreya perwerdeyê merasîmek hate lidarxisitn. Merasîm li avahiya akademiya li gundê Şabdax bi amadebûna berpirsyarê focan ên girêdayî QSD‘ê Sîdar Kobanê, fermandarên YPG û YPJ‘ê û nûnerên saziyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Girê Spî pêk hat.

Piştî merasîma leşkerî, Ji fermandarên QSD‘ê Milîtan Efrîn axivî û got: “Îro dewreyeke din a şervanên nû bi dawî dibe. Şervanên dewreya perewrdeyê ya berî wê, erka rizgarkirina bajarê Reqayê girtin ser xwe û erka xwe pêk anîn. Va ye Reqa rizgar bûye. Pêwîst e hûn jî erka parastinê bigirin ser xwe.”

Milîtan Efrîn diyar kir ku bajarê Reqayê bi saya şehîdan ên ku çek li hember çeteyên DAIŞ‘ê hilgirtin, pêk hat. Piştî axaftina fermandarê QSD‘ê şervanan sûnda şopandina xeta şehîdan û parastina ewlekariya welat xwarin.

Merasîm bi stran û gerandina govendan bi dawî bû. 


GIRÊ SPÎ