
Akademiya Perwerdeya Leşkerî ya Şehîd Feysel Ebû Leyla beriya bi 17 rojan dewreyeke perwerdeyê bi beşdarbûna 220 ciwanên ji pêkhateyên Kurd û Ereb ên ji bajarê Reqayê û gundewarên wê dabû destpêkirin. Dewereya ku ciwan tê de fêrî bikaranîna çekên sivik bûn doh bi merasîmekê bi dawî bû û ciwan fermî tevlî QSD’ê bûn.
Di merasîmê de, fermandarên QSD‘ê endamên desteyên rêveberiya xweser û bi dehan şêniyên herêmê amade bûn.
Di destpêka merasîmê de Endamê Fermandariya QSD‘ê Heyder Ehmed qedandina dewreyê li gelê Sûriyê û di serî de gelê Reqayê pîroz kir û got ku şervanên QSD‘ê ji gelê Sûriyê re hêviya rizgarkirinê ne.
Fermandarê QSD‘ê Heyder Ehmed bang li ciwanên Sûriyê kir ku tevlî refên QSD‘ê bibin û li hember êrîşên ku Sûriyê û projeya Neteweya Demokratîk hedef digirin, bibin bersiv.
Şervanan jî soza leşkerî dan û destnîşan kirin ew ê wefedarê welatê xwe wê di bin şopdarên riya şehîdan bin.
Şervanan di dawiya merasîmê de, li ber stranan govend gerandin.
Hêjaye ku ev dewreya 8‘emîn e ku ji aliyê Akademiya Şehîd Feysel Ebû Leyla ve tê vekirin.
KOBANÊ