Piştî Referandûma Serxwebûnê a li Başûrê Kurdistanê, gelek destketiyên Kurdan ji destê wan çûn. Piştî du salan, hê jî şiroveya, erê referandûm û serxwebûn heqê Kurdan e, lê ne wexta wê bû.
DANA OMER / ROJNEWS/SILÊMANÎ
Doh duyemîn salvegera Referandûma Serxwebûnê ya li Başûrê Kurdistanê bû. Her çendî Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji ber zextên hikûmeta navendî ya Iraqê û komployên dewleta Tirk û Îranê neçar ma encama referandûmê betal bike jî, tesîra wê li ser Herêma Kurdistanê xwe dide xuyakirin.
Piştî êrişên çeteyên DAIŞ’ê yên sala 2014’an hêzên artêş û polîsê Iraqê ji deverên dikevin nava madeya 140’an vekişiyan, ev dever ketin bin kontrola pêşmergeyên Herêma Kurdistanê. Hingî rayedarên Başûrê Kurdistanê digotin, ji xwe madeya 140’an bi cih hatiye. Ev yek jî dihat wê wateyê ku wê hêzên pêşmerge ji van herêman venekişin.
Berfirehbûna sînorên desthilatdariya Herêma Kurdistan û rola ku hêzên pêşmerge di şerê li dijî çeteyên DAIŞ’ê de lîstin, bawerî da desthilata Herêma Kurdistanê. Nexasim hingî li gel Mesûd Barzanî ku Serokê Herêma Kurdistanê bû, fikra lidarxistina referandûmê derket pêş. Ji bo wê, Mesûd Barzanî li gel wê desteya ku bi navê ‘Desteya Bilind a Referandûmê’ hatibû avakirin civiya û roja 25’ê Îlona 2017’an wek roja lidarxistina referandûmê destnîşan kirin.
Qewimînên piştî referandûmê
Piştî encamdana referandûmê Serokwezîrê hingî yê Iraqê Heyder Ebadî ragihand ku ew referandûmê nas nakin û divê encama referandûmê bê betalkirin. Heyder Ebadî ket nava hewldanên zextên siyasî li ser Herêma Kurdistanê û di 29’ê Îlonê de biryar derxist ku seferên balafirgeha Hewlêr û Silêmanî bên rewestandin. Piştre bi rayedarên Tirk û Îranê re hevdîtin kirin da ku deriyê sînor li ser Başûrê Kurdsitanê bigrin û ji bo ku referandûm bi sernekeve alîkarî ji wan welatan xwest.
Emerîka jî ne razî bû
Wezîrê Karê Derve yê Emerîkayê Rex Tillerson wê demê di daxuyaniyekê de eşkere kiribû ku ew referandûma serxwebûna Herêma Kurdistanê nas nakin. Her wiha Îranê deriyê sînor li ser Herêma Kurdistanê daxist. Tirkiye jî li ser sînor li gel Iraqê tedbiqada leşkerî encam da. Li gel vê jî zextên aborî û siyasî li Başûre Kurdistanê kirin.
Xelk koçber bû
Di sibeha 16’ê Cotmeha 2017’an de artêşa Iraqê û hêzên Heşdî Şebî êrişî Kerkûk, Xurmatû, Daqoq û Hewîce kirin. Li ser van êrişan hêzên Pêşmergeyan li ser fermana berpirsyaran ji herêmê vekişiyan.
Hêzên peşmerge li bakur-rojhilatê Kerkûkê heta bajaroka Qerehencîr, li bakurê Kerkûkê jî heta bajarokê Teq Teqê vekişiyan. Li sînorê bajaroka Xurmatû jî hêzên pêşmerge vegeriyan bajaroka Zinane.
Ji ber van êrişan bi hezaran welatiyên ku li herêmên bi nakok dijîn, ji neçarî careke din koçber bûn.
Roja 17’ê Cotmehê artêşa Iraqê û hezên Heşda Şebî hêrêmên Şengal, Xaneqîn, Mexmur û bajarokê Gulale xistin bin kontrola xwe. Roja 18’ê Cotmehê artêşa Iraqê û hêzên Heşdî Şebî heta bajarokê Pirdê hatin.
Ji sedî 52’ê xaka Başûrê Kurdistanê
Piştî bûyerên 16’ê Cotmehê hêzên pêşmerge ji van herêman hemûyan vekişiyan ku dike ji sedî 52’ê xaka Başûrê Kurdistanê. Ji bilî Kerkûkê heşt navçe û 21 bajarok di nava vê xaka hatî ji destdan de hebûn.
Ji sedî 55’ê hinartina neftê ji dest da
Her wiha di warê aborî de jî Herêma Kurdistanê derbeke mezin xwar. Li gorî Serokê Komîsyona Pîşesazî û Enerjiyê ya Dema Çarem a Parlamentoya Herêma Kurdistanê Şêrko Cewdet, piştî 16’ê Cotmehê Herêma Kurdistan ji sedî 55’ê hinartina neftê ji dest da.
Ji bilî nefta bîran hikûmeta Herêma Kurdistanê gaza xwezayî ya van bîran jî ji dest da ku kompanya Dana Gaz berhem jê derdixist.
Her wiha piştî bûyerên 16’ê Cotmehê hikûmeta Iraqê dawa radestkirina deriyên sînor jî kir.
Ji bilî van zextên li ser radestkirina deriyên sînorî, hikûmeta Iraqê daxwaza radestkirina dahata bendavên Herêma Kurdistanê jî kir.
Şert û merc ne guncaw bûn
Rojnameger û çavdêrê siyasî Şiwan Mihemed li ser meselê peyivî û got, ji bo her mijarê referandûm mafê her netewe û gelî ye, lê dema referandûma Başûrê Kurdistanê ne guncaw bû û kir ku Başûrê Kurdistanê qadeke berfireh ji dest bide.