Li Başûrê Kurdistanê doh referandûm bi rê ve çû. Li bajarên Başûrê Kurdistanê yên mîna Hewlêr, Dihok, Silêmanî û Helebce û pê re jî li deverên di bin kontrola pêşmerge de yên weke Kerkûk, Alqoş, Xaneqînê de jî xelk çû ser sindoqan. Dema ku doh Tevgera Gorranê jî hilbijêrên xwe serbest berdan ku dengên xwe bidin yan jî nedin, li Başûrê Kurdistanê ti hêza siyasî ya girîng nema ku li dijî referandûmê û dengê erê dengê xwe bilind bike.
Gefên Tirkiyeyê ne lê xuya ne
Ji bilî dîmenên rengîn ên bikaranîna dengan, referandûmê, çawa ku çavdêr li bendê bûn, rê li ber retorîkeke dijwar a dijminana a Tirkiye, Îran û hikûmeta navendî ya li Bexdayê vekir. Dewleta Tirk di asta serokkomar Erdogan û Serokwezîrê xwe Yildirim de gef li Başûrê Kurdistanê xwarin. Lê belê sînorê xwe yê Ibrahîm Xelîl negirt. Tevî ku Erdogan gef li Başûrê Kurdistanê xwar ku ew dikarin kengî bixwazin derî jî bigirin, û firotina petrolê jî asteng bikin. Yek ji gavên ber çav ên dewleta Tirk bû ew ku, bi biryara RTUK´ê weşana Rûdaw TV´yê li ser peyka Turk SAT´ê rawestîne. Wezareta karê derve ya vê dewleta dagirkerê Kurdistanê jî gef li Başûrê Kurdistanê xwarin.
Tirkiyeyê bi wezareta karê derve û bi devê Serokwezîrê xwe Bînalî Yildirim îdîa kir ku ew ê encamên referandûma Başûrê Kurdistanê nas nekin. Di îdîayê de hat gotin, referandûm ne rewa û ne hiqûqî ye, ji ber ku bi destûra Iraqî û hiqûqa navneteweyî re li hev nake.
Yildirim di gefxwarinên xwe de îşaret bi teskereya şer a hikûemat xwe kir û got, "Biryar bi esasî wê bi sê cureyan werin standin. Yek jê biryara aborî, ya din xebatên dîplomatîk û ya din jî wê bi çarçoweya leşkerî be."
Îranê derî girtin
Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Îranê, Behram Qasimî jî elaqedarî referandûmê got, wan ji ber referandûmê deriyên sînor yên herêma Kurdistanê girtine. Qasimî wiha peyivî: “Em piştgiriya yekîtiya axa Iraqê dikin. Li ser daxwaza dewleta Iraqê, me qadên xwe yên hewayî û sînorên xwe yên bejahiyê li ser Hikûmeta Herêma Kurdistanê girtin.”
Qasimî jî referandûm weke ne qanûnî û ne meşrû bi nav kir û li ser pirsa wê Îran ji vê şûn ve çi gavan biavêje jî got: “Em ê paşê li ser mijarê daxuyaniyê bidin.”
Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî gef xwar û îdîa kir ku Kerkûk jî di navê de ew ê li herêmên hîna li ser wan nehatiye li hev kirin, bi hêza eskerî hindikahiyan biparêzin.
Nêçîrvan Barzanî got, referandûm ne serxwebûn e
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku referandûm ne ji bo diyarkirina sînorên serxwebûnê ye û got, piştî referandûmê wê guftûgo li gel Bexdayê dest pê bikin. Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî piştî dengê xwe li Hewlêrê da, civîna çapemeniyê pêk anî. Barzanî got; "Me peywendiyên gelek baş li gel Tirkiyeyê daye destpêkirin. Tişta ku îro me kiriye wê ji bo Tirkiyeyê nebe gef. Armanca me ya vê pêngavê tenê ji bo destnîşankirina îradeya gelê xwe ye. Piştî pêvajoyê em ê pêvajoya guftûgoyan ligel Bexda dest pê bikin."
Êrîşî YNK´ê û Kakeyiyan kirin
Çekdarên Heşdî Şebî li Xurmatû ya ser bi Selahedînê doh li malbenda YNK’ê û nuqteyek asayişê gule reşandin.
Der barê bûyerê de rêveberê Asayîşa Xurmatû Kemal Ebdullah got; “Îro (doh) saet 15:30’ê çekdarên Heşdî Şebî li malbenda YNK û nuqteya asayişê gule reşandin.”
Kemal Ebdullah wiha jî got; “Hêzên pêşmerge û asayişê ve bersiva çekdarên Heşd el-Şabî nedaye.”
Çekdarên Esabî Ehlî Heq jî doh li wesayiteke tabura Kakeyiyan gule reşandin. Di encama gulereşandinê de şoforê wesayitê şehîd bû.
Kurdistanê Tirk gêj kirin
Beriya qederê salekê serokwezîrê Tirk li ser hesabê xwe yê fermî yê Twitterê daxuyaniyek dabû û gotibû, ew ê ji niha û pê ve di peywendiyên xwe yên bi Başûrê Kurdistanê re ne bi hikûmeta navendî re, lê yekser bi xwediyê deverê ango Hikûmeta Başûrê Kurdistanê re hevkariyê bikin. Piştî qederê salekê, doh got, ji niha û pê ve em ê di gavên em ê biavêjin de hikûmeta navendî ya Bexdayê esas bigirin. Bi her halî diyar e, hikûmeta Tirk û dewleta Tirk a dagirkerê Kurdistanê, nizane wê çi esas bigire.